Çavdêrê siyasî Nizar Mehmud got ku ji bo diyalog bi Bexdayê re çêbibe, pêwîstî bi civînên hizba nîne, pêwîstî bi rêya saziya hikumetê heye ku guftugo bi Bexdayê re bike.

Di 29’ê Gulanê de Wezareta Darayî ya Iraqê belgeyek bi îmzeya Wezîra Darayî ya Iraqê Teyfî Samî pêşkêşî Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Bexda kir vê dibêje; ‘Li gorî budceya salên 2023-2024-2025’an, Herêma Kurdistanê 12,67 ji para xwe ya budceyê wergirtiye, ji bo bûdceyê qet dahatek nemaye. Em êdî nikarin mûçeyê 8 mehên bê yên sala 2025’an ji bo Herêmê bişînin.”

Piştî biryarê desthilatdarên Herêma Kurdistanê nerazîbûnên xwe nîşan dan, lê tiştek nehate guhertin û mûçeyê karmendan nehate şandin. Derbarê nakokî û çareseriya pirsgirêkan ya bi rêya diyalogê, çavdêrê siyasî Nizar Mehmud axivî.

Çavdêrê siyasî Nizar Mehmud ewil balkêşa ser pêkneanîna hikumeta nû ya herêma Kurdistanê û wiha pêde çû; “Pêkneanîna hikumetê tê wateya wê ku li vî welatî sîstema rêveberiyê nîne, ya heyî tenê li gorî hestên hinek desthilatdaran e.”

Çavdêrê siyasî Nizar Mehmud got ku ji bo diyalog bi Bexdayê re çêbibe, pêwîstî bi civînên hizba nîne, pêwîstî bi rêya saziya hikumetê heye ku guftugo bi Bexdayê re bike. Nizar Mehmud dibêje; “Pirsgirêka niha peywendiya xwe bi bêserûberiya dahata nefta nafxweyî ve girêdaye, aliyek din jî peywendiya xwe bi Bexdayê ve heye ku ne dostê Kurdan e. Naxwaze jiyanek xweş ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê were dabînkirin.”

Nizar Mehmud da zanîn ku êdî dema gefan derbaz bûye, dem dema zimanê guftugoyê ye û got; “Divê pirsgirêk tenê bi rêya yasa û guftugoyan çareser bibin. Di danûstandinan de hinek tişt tên dayîn û hinek jî tên wergirtin, divê pirsgirêka xelkê jî bivê rêyê were çareserkirin. Me dît gelek caran gef xwarin, lê ti feydeya xwe nebû, berovajiyê wê qeyrana li Herêma Kurdistanê kûrtir kir.”

HELEBCE/ROJNEWS