Ji bo pirsgirêka Kurd civiyan
Sêşem 21 Adar 2023 - 00:21
- Piştî serdana Kiliççdaroglu, hevserokên giştî yên HDP´ê û Kiliçdaroglu daxuyaniyek da çapemeniyê. Kiliçdaroglu pirsgirêka Kurd bi nav kir û got, pirsgirêk li Meclîsa Tirkiyeyê dikare bê çareserkirin.
Namzetê Serokkomariyê yê Tifaqa Millet û lîderê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû çû serdana Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar.
Namzetê Serokkomariyê Kiliçdaroglû li avahiya Meclîsa Tirkiyeyê çû serdana Koma HDP'ê ya li Meclîsê. Li gel namzetê Tifaqa Millet Kiliçdaroglu, Serokwekîlê Koma CHP'ê Ozgur Ozel, Sekretera Giştî ya CHP'ê Selîn Sayek Boke û Alîkarê Serokê Giştî yê CHP'ê Ogûz Kaan Salici jî hebûn.
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, Berdevka Partiyê Ebrû Gunay û Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç Kiliçdaroglu û heyeta pê re pêşwazî kirin.
Piştî civînê Kilçdaroglu û hevserokên giştî yên HDP´ê daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê.
Pirsgirêka Kurd çareser dibe
Kemal Kiliçdaroglu piştî ku îşaret bi xalên di bernameya xwe ya hilbijartinê yên weke betalkirina qeyûman û qedexekirina partiyên siyasî kir, berê xwe da pirsgirêka Kurd jî. Wî got, “Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd jî û hemû pirsgirêk din mekanê çareseriyê Meclîsa Tirkiyeyê ye. Me di beyannameya xwe ya ji bo sedsala duyem de eşkere got, mekanê çareseriya pirsgirêka Kurd Meclîsa Tirkiyeyê ye. Em demokrasiyê, mafên mirovan diparêzin. Em ê pevçûnê bi dawî bikin. Ez soz didim, nasnameya wî çi dibe bila bibe, baweriya wî çi dibe bila bibe, awayê jiyana wî çi dibe bila bibe, mirov mirov e û li ser serê min cihê wî heye.”
Wê rêzê ji Kurdî re bigire
Kiliçdaroglu elaqedarî Kurdî jî got, “Wê rojê li ser kursiyê Meclîsê diaxivin. Bi Ingilîzî gotinek bê kirin di nava kevanekê de dinivîsin, bi Ingilîzî ye. Lê gava di metnê de hevokeke bi Kurdî hebe, dinivîsin ‘zimanê nayê zanîn’. Zimanekî bi hezar salan xelk pê diaxive, çawa dibe zimanê nayê zanîn! Divê hûn rêzê nîşanî zimanê her kesî bikin.
Em ê destpêkeke nû bikin, yeke exlaqî û demokratîk. civakeke xwe ji şer û pevşûnê şûştî. Li deverên erdhejê pirsgirêk hene, weke civak divê em berê xwe bidin vê yekê. Em ê ka çawa çareser bikin.”
HDP'ê nîşan da ku alîgirê çareseriyê ye
Hevseroka HDP´ê Pervîn Buldan jî got, wan hevdîtin li Meclîsê kiriye, da ku peyama ‘mekanê çareseriya pirsgirêka Kurd Meclîs e’, bidin. Wê got, “Me birêz Kiliçdaroglu li vir hewand. Me xwest nîşan bidin em alîgirê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd a li parlamenê ne.”
HDP wê xisûsên hevdîtinê binirxîne
Hevserokê Giştî yê HDP´ê Mîthat Sancar jî got, “Me hevdîtineke avaker kir. Partiya me wisa dihizire ku ji bo kewandina birîn û xisarên giran ên li hin beşên civakê bûne, pedivî bi bernameyeke lezgîn heye, pêdivî bi destpêkeke nû heye. Pirsgirêkên Tirkiyeyê hemû dikarin bi mutabeqatê bên çareserkirin. Destpêka nû jî tebî heger li ser esasê mafê mirovan, edalet û azadiyê jiyanek bê avakirin, sîstemek bê avakirin, mumkin e. Em ê xisûsên em li ser wan peyivîne bibin ji hêzên xwe yên tifaqê re û binirxînin. Em ê li gorî wê di demeke kurt de daxuyaniyek berfireh bidin çapemeniyê û li raya giştî eşkere bikin.”
ENQERE