Ji bo pêvajoyê divê Ocalan azad be

Pêncşem 12 Hezîran 2025 - 03:20

Xelkê Amedê xwedî li banga dîrokî ya Rêber APO derketin û gotin:“Ji bo pêşketina pêvajoyê divê birêz Abdullah Ocalan azad be û Meclis gavan biavêje.” Ciwanê 19 salî Omer Aslan anî ziman ku ji bo aştî çêbibe hewceye daxwazên gelê Kurd bên qebûlkirin û got:“Bêyî sererastkirinên yasayî tiştek nayê qebûlkirin. Di nava van qanûnan de divê perwerdeya zimanê dayikê, tabelayên bi kurdî, bikaranîna Kurdî ya di her qadên jiyanê de û bidawîkirina nêzikatiyên nîjadperest hebin. Her wiha, ji bo pêvajo pêş bikeve divê birêz Abdullah Ocalan were Meclisê û tev li siyasetê bibe. Lê bêyî azadiya wî nabe ku tu aştî bên kirin. Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd di hefsê de ye û dema ew girtî be ma dê aştiyeke çawa bibe? Ji bo vê jî divê ew azad be. Gava ewil hate avêtin û divê dewlet jî gavan biavêjin. Gelê Kurd tu caran daxwaza şer nekiriye û her tim daxwaza edalet û mafên xwe kir. Divê Meclis jî di çarçoveya pêvajoyê de gavan biavêje.”

Bêyî Ocalan aştî pêk nayê

Perîze Akinci jî diyar kir ku ew daxwaza aştiyeke ku bikarin bi awayekî azad bi zimanê xwe biaxivin û mafên wan tên dayin dikin û got:“Em dixwazin zarokên me li dibistanan bi Kurdî bên perwerdekirin. Divê Kurd di destûra bingehîn de bên naskirin û mafên wan bên dayin. Wê demê em ê jî piştgiriyê bidin aştiyê. Lê baweriya me bi dewletê nayê, bi ya min me dixapîne. Jidil nînin. Ji bo em ji dewletê bawer bikin, ji ewil divê zimanê me nas bikin, mafên Kurdan bên dayin. Wê demê dê tiştên xweş bibin.” Sadullah Îsmaîl jî daxwaza xwe ya ji bo aştiyê anî ziman û nerazîbûn nîşanî neavêtina gavan da û got “Gelê Kurd gavên pêwîst avêt. Divê hemû Kurd bibin yek. Em şer naxwaz in, em aştî û zimanê xwe dixwazin. Lê bêyî Ocalan aştî nayê. Îşala ew ê jî azad bibe.” Velî Derîntaş jî daxuyand ku ew aştiyê dixwazin û divê dayik êdî hêsiran nebarînin û got:“Bila li Rojhilata Navîn ev xwîn êdî bisekine. Gel aştiyê dixwaze. Hewceye Serokkomar Erdogan û Devlet Bahçelî jî li gorî vê gavan biavêjin. Divê girtiyên siyasî bên berdan û di destûra bingehîn de guhertin bên kirin. Birêz Abdullah Ocalan divê bikare bi şandeya DEM Partiyê re hevdîtinan bike û pêvajoyê bimeşîne. Bila kesek nemire.” Cûma Polat jî diyar kir ku divê aştî û xwişk-biratî hebe û got:“Em Kurd daxwaza mafên xwe dikin. Bila heqê me bidin me.” Kader Ulgen jî anî ziman ku divê êdî hêsir nebarin û got:’’Hewceye li welat pirzimanî hebe û her kes bi awayekî azad bi zimanê xwe biaxive.” 

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.