Ji bo Onder şîn hate danîn
Sêşem 6 Gulan 2025 - 03:00
Cenazeyê Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, li Goristana Zîncîrlîkuyuyê bi dirûşma “Qasidê aştiyê nemir e” hate definkirin.
Cenazeyê Endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder, piştî nimêja cenazeyê ya li Mizgefta Barbaros Hayrettîn Paşa ya li Şîşliyê, ji bo definkirinê anîn Goristana Zîncîrlîkuyuyê.
Qasidê aştiyê nemir e
Hezkiriyên Sirri Sureyya Onder darbesta wî hilgirtin ser milê xwe û bi meş û tililiyan birin Goristana Zîncîrlîkuyuyê. Cenazeyê Sirri Sureyya Onder, ji hêla bi hezaran kesan ve bi dirûşma “Qasidê aştiyê nemir e” hate pêşwazîkirin.
Bi deh hezaran kes li pişt darbesta cenazeyê endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureya Onder meşiyan. Girseya xwest tevlî definkirinê bibe barikat hilweşandin û bi xwendina sirûd û berzkirina dirûşmeyan meşiyan.
Cenazeyê Sirri Sureyya Onder li ser daxwaza malbatê li Stenbolê hate definkirin. Beşdaran çîçek danîn ser gora Sirri Sureyya Onder.
Malbata Sirri Sureyya Onder û DEM Partiyê ji bo Sirri Sureyya Onder li Navenda Pêşandeyan a Cemal Reşît Rey şîn danîn.
Şîn dê sê rojan bidome û di 7’ê Gulanê roja çarşemê de jî bi dawî bibe. Şîn dê ji saet 11.00’ê ve dest pê bike. Qebûlkirina sersaxiyan dê heta saet 17.00’ê bidome.
NAVENDA NÛÇEYAN