Ji bo Ocalan serbestiya bi şert

Sêşem 26 Cotmeh 2021 - 23:00

  • Parêzer Ayşe Bîngol Demîr: Heke şert û merc pêk werin, divê mafê berdana wî hebe. Heke di mewzûata têkildar de li gorî pîvanên peymanê guherînek çêbibe, erê, ev jî dibe ku bi serbestîya bi şert be.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewrûpayê (KE), wê biryara binpêkirinê ya li ser miracaeta Abdullah Ocalan di navbera 30'ê Mijdarê û 2'yê Kanûnê de binirxîne. Ji TOHAV'ê Ayşe Bîngol Demîr, diyar kir, heger biryar pêk bê, dibe ku mafê "daxwaza serbestiya bi şert" derkeve holê.

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ê  ku bi bşbextiya navneteweyî 15'ê Sibata 1999'an radestî Tirkiyeyê hate kirin, sala 2003'yan li dijî cezayê muebedê yê girankirî yê li Ocalan hatî birrîn, mircaetî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) kiribûn. Parêzeran diyar kiribûn cezayê li muwekîlê wan hatiye birrîn li dijî xala 3'an a Peymana Mafên Mirovan a Ewrûpayê (PMME) ye, ya ku êşkence û kirinên xerab qedexe dike. DMME'yê jî di 18 'ê Adara 2014'an de biryar da ku cezayê muebedê yê bêyî ku mafê wî yê berdana bi şert hebe li Ocalan hatiye birrîn, û ev jî li dijî PMME’yê ye.

Di ser biryarê re 7 sal bihurîn, lê belê derbarê biryarên li ser binpêkirinan de ti tişt çênebû. Komîteya Wezîran a Konseya Ewrûpayê (KE KW) venihêrîna bicihanîna biryarên DMME'yê dike û ji bo ku Tirkiye çareseriyên qanûndanînê û guhertinên bicihanînê yên ku wê ji bo cezayê muebedê yê giran 'mafê hêviyê' bi cih bîne, dest bi pêvajoya kontrolê dike. Lê wê heta niha ti biryara nivîskî nedaye.

Komîteya Wezîran xist rojeva xwe

Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), Weqfa Lêkolîna Civakî û Hiqûqî (TOHAV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), di 29'ê Tîrmehê de ji bo ku biryara DMME'yê bigire rojeva xwe ya lezgîn, miracaetî komîteyê kir û di çarçoveya pêvajoya çavdêriya bicihanîna van biryaran de danezaneke nivîskî pêşkêşî komîteyê kir. Li ser vê, Komîteya Wezîran a KE’yê mijar girt rojeva xwe. Beriya civîna xwe ya di navbera 30'ê Mijdarê û 2'ê Kanûnê de komîteyê ji Tirkiyeyê agahî xwestine.

Tirkiyeyê di bersiva xwe ya ku di 7 'ê Îlonê de îdîa kir ku ji sala 2009'an ve li Îmraliyê ti binpêkirin çênebûne. Tirkiye derbarê "ewlekirina mafê hêviyê" û "guherîna qanûnî ya têkildarî pergala înfazkirina cezayê muebedê yê girankirî" de jî ti bersiv neda.

Tirkiye, tenê rapora Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ya li ser şertên fizîkî yên Îmraliyê ya salên bihurî nirxand.

Li gorî nûçeya Mehmet Aslan a di Ajansa Mezopotamyayê (MA) de parêzer Ayşe Bîngol Demîr, gotiye, DMME'yê di biryarên xwe yên "Ocalan 2" û biryarên din de "miameleya derveyî mirovahiyê" tespît kiriye û destnîşan kir ku divê rejîma înfazê ya cezayê muebedê yê girankirî yê di hin cureyên sûcan de tê dayîn, li gorî biryarên DMME'yê di ber çavan re bê derbaskirin.

Ayşe Bîngol Demîr yek ji endamên Lijneya Rêveberiyê ya TOHAV'ê ye û di miracaetê de cih digire. Ayşe Bîngol Demîr, got, "Me ji komîteyê re ragihand ku Tirkiyeyê ti gav neavêtne û biryarên di dema navberê de bi cih neanîne. Komîte wê bi rengekî çalaktir çavdêriya pêvajoya bicihanîna vê koma biryaran bike. Em difikirin ku ev gaveke girîng e." Ayşe Bîngol Demîr ji Mehmet Aslan re got, biryar hatiye dayîn ku di civîna Komîteya Wezîran a KE’yê de de koma biryaran ku tê de biryarên li ser dozên Ocalan, Kaytan, Gurban û Boltan hene, werin nîqaşkirin.

Tirkiye şaş bersiv da

Ayşe Bîngol Demîr got, Tirkiyeyê  şaş û ne rast bersiva Komîteyê daye: "Bi rengekî şaş û ne rast bersiv da. Ji ber ku DMME’yê bi zelalî diyar kiriye ku li Tirkiyeyê di hin cûreyên sûcan de, di cezayên giran ên heta hetayê de, derfeta serbestberdana bişert nîne." Wê bi bîr xist ku ji bo sûcên li dijî dewletê, pergala Destûra Bingehîn û ewlekariya neteweyî, li Tirkiyeyê derfeta berdana bişert nîne û Tirkiye naxwaze ti gavê biavêje.

Ji bo bersiva Tirkiyeyê Ayşe Bîngol Demîr got, Tirkiyeyê bersiveke şaş daye û li gorî biryarên DMME'yê nabe ku ev mijar di çarçoveya "mafê hêviyê" de bên nirxandin.

Îstîsna hene wan rake!

Ayşe Bîngol Demîr ji Mehmet Aslan re da zanîn ku Tirkiye bi bersiva xwe re hewl dide pêkanînên tund ên li komîteyê bisekinîne: "Tirkiye dibêje, 'yên cezayê muebeda girankirî digirin, bi şertê kontrola edlî serbest tên berdan'. Bi hevokeke pirr piçûk dibêje, îstîsna hene. Jixwe îstîsna sedema van hişyarkirin û biryaran in."

Komîte agahdar e

Derbarê civîna komîteyê de jî wê got, komîte wê di navbera 30'ê Mijdarê û 2'ê Kanûnê de bersiva 'xapînok' a Tirkiyeyê bibîne:

"Heke rêxistinên sivîl û parêzer tevlî nebûna, komîteyê wê derfet nedîtiba ku nirxandineke rast li ser van gotinên hikûmetê bike. Rêxistinên sivîl di daxuyaniyên xwe de ev yek eşkere danîn holê. Bi ya min ji bo ku rewşa rasteqîn diyar bibe, komîte xwedî dane û derfetên têrker e."

Çi wê bibe?

Ayşe Bîngol Demîr, destnîşan kir ku li pêşiya komîteyê bi sedan biryarên DMME'yê yên ji aliyê Tirkiyeyê ve nayên bicihanîn hene û dewam kir: "Bi nirxandina vê koma biryaran re bi awayekî cidî wê destê rêxistinên sivîl, parêzvanên mafan, parêzeran û her kesê din ê elaqedar, xurt bike. Piştî civîna yekemîn dibe ku komîte hin agahiyan ji Tirkiyeyê bixwaze. Yan jî dê ji wê bê xwestin ku hin agahiyên şênbertir, nihêrînan pêşkêş bike. Komîte jî ji bo bicihanîna biryaran dikare diyar bike bê ji Tirkiyeyê çi bi rengekî şênber dixwaze. Piştî biryaran, gavên Tirkiyeyê avêtin yan neavêtin, ev gav di cih de ne yan na û rêbaza parastina kontrolê wê bi demê re zelal bibin."

Parêzer Ayşe Bîngol Demîr wekî din got, heke pêwîst bike ew ê teblîxatên nû bidin: "Berpirsyariya Komîteyê li gorî peymanê diyar e. Wê ji bo misogerkirin û bicihanîna vê yekê gavên pêwîst, biavêje. Ev mijar gelekî girîng û hesas e. Li gorî biryarên DMME'yê, hewce ye ku kesên cezayê muebeda girankirî xwarine, piştî qonaxekê serbest bên berdan. Ew jî piştî ku cezayên wan heta demekê hatine înfazkirin, daxwaza berdana mehkûman dike û derbarê vê de jî garantiyê dide."

Li gorî Ayşe Bîngol Demîr, ji bo Abdullah Ocalan jî mafê bi şert berdanê hebe: “Divê ev maf ne ji dîtinê re be. Heke şert û merc pêk werin, divê mafê berdana wî hebe. Heke di mewzûata têkildar de li gorî pîvanên peymanê guherînek çêbibe, erê, ev jî dibe ku bi serbestîya bi şert be."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.