Ji bo Ocalan klîpa ‘ez ne yek im’

Nûçeyên Çand/Huner

În 1 Kanûn 2023 - 00:13

FIRAZ BARAN / ANF / KOLN

Ji bo strana 'Ez ne yek im' ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê hunermend Hekîm Sefkan ve hatiye nivîsandin, klîpek hate çêkirin. Klîp bi pêşengiya TEV-ÇAND a Ewrûpa hatiye hazirikirin û mûzîkên stranê jî hunermend Xemgîn Bîrhat çêkirine.

Klîpa “Ez ne yek im” ku di çarçoveya pêngava "Azadî ji Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' hatiye çêkirin. Derhêneriya klîpê Serhat Hulaku kiriye û her wiha Med Film jî produktorê klîpê ye. Dîmenên klîpê li dêrekê û studyoya Med Filmê hatine girtin. Wênesaz Sînan Hezer jî bi awayekî zindî di klîpê de wêneyê Ocalan xêz dike.

Hekîm Sefkan heta niha deh stran li ser Ocalan nivîsandine. Ev stran ji aliyê hunermendan ve hatin xwendin. Navê van stranan li jêr in:

1- Mezin Apo Bilind Apo: Koma Agirî (li Amûdê) xwendiye.
2- Esmero Zenda Ba de: Hekîm Sefkan xwendiye.
3- Dîrok: Helbest
4- Roja Me: Koma Berxwedan û hunermendên Tevgera Çandê bi hev re xwendiye.
5- Raperîna Gel: Koma Berxwedan xwendiye.
6- Merhaba: Koma Berxwedan
7- Bi Dil Ez Te Dibînim: Ganî Nar xwendiye
8- Dunya: Xelîl Xemgîn xwendiye
9- Hawar: Hekîm Sefkan û Xelîl Xemgîn xwendiye.
10- Ez Ne Yek im: Xemgîn Bîrhat xwendiye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.