Ji bo Ocalan çûn Dadgeha Destûrê
Duşem 20 Adar 2023 - 00:30
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, piştî erdhejên ku di 6'ê Sibatê de li Mereşê çêbûn, ji bo Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên di Girtîgeha Îmraliyê de Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş hevdîtin bi malbatên xwe û parêzerên xwe re bikin, miracaetî Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dabûn.
Piştî ku serdozgeriyê û midûriyeta girtîgehê bersiv neda miracaetê, parêzeran di 14'ê Sibatê de miracaetî Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê kiribû. Dadgeriyê jî cezayên dîsiplînê hincet nîşan dabûn û miracaet red kiribû. Parêzeran jî diyar kiribû ku miracaeta wan ji ber karesateke xwezayî ye, lewma divê neyê astengkirin û ji ber vê miracaetî Dadgeha Cezayê Giran a Yekemîn a Bûrsayê dabû. Dadgehê jî di 22'yê Sibatê de derpêş kiribû ku biryara dadgeriyê li gorî "qayde û qanûnê" ye û miracaeta ji bo hevdîtinê red kiribû.
16’ê Adarê serî li AYM’ê dan
Piştî vê parêzeran îşaret bi xalên 20, 40 û 17'an ên Destûra Bingehîn ê "Mafê jiyana taybet û rêza li jiyana malbatê", "mafê heq û azadiyê" û "binpêkirinên bi rengê êşkence û eziyetê" kir û di 16'ê Adarê de miracaetî Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirk (AYM) kir.
Di miracaetê de parêzeran îşaret kiriye bi qanûnên heyî ku mafên hevdîtinê yên girtî û hikumxwaran dihewînin, qedexeya êşkence û muameleya xirab û di rewşên karesatên xwezayî de ku mafê giritiyan heye peywendiyê bi malbatên xwe re deynin.
Parêzeran di miracaeta xwe de bal kişandiye ser tecrîdê ku ev 24 sal in didome û wan xwestiye mafê muwekîlên wan ê hevdîtinê yê bi parêzeran û malbatê re esas bê girtin.
NAVENDA NÛÇEYAN