Ji bo Ocalan çalakî
Yekşem 13 Adar 2022 - 22:12
- Li bajarê Fransayê Strasbourgê û li bajarê Elmanyayê Stuttgartê li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û dagirkeriya dewleta Tirk, çalakî hatin lidarxistin.
Li bajarê Fransayê Strasbourgê û li bajarê Elmanyayê Stuttgartê li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û dagirkeriya dewleta Tirk, çalakî hatin lidarxistin.
Li Strasbourgê, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN) bi armanca şermezarkirina êrişên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst û şermezarkirina tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan çalakiyek hate lidarxistin.
Kurdistaniyan li ber Gara Navendî ya Strasbourgê daxuyaniyek da çapemeniyê. Çalakgeran flamayên bi wêneyê Rêber Abdullah Ocalan, alayên PKK’ê û pankartên bi Kurdî û Fransî yên li ser wan nivîsandî “Me bi ciwanî dest pê kir em ê bi ciwanî bi ser bikevin“ û “Azadî ji Ocalan re“ hildan.
Çalakgeran anî ziman ku heta azadiya fîzikî ya Rêber Ocalan ew ê li meydanan bin. Di çalakiyê de ji bo navê PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorîst were derxistin jî gelek îmze hatin komkirin.
Aktîvîstên TCŞ û TêkoJIN´ê li Stuttgartê jî ji bo azadiya Rêber Ocalan çalakiyek li dar xist. Li ser navê TCŞ û TêkoJIN´ê hat gotin, "Em qebûl nakin ku Rêber Apo zêdeyî 23 salan weke sûcdarekî dîl bê girtin û heta azadiya wî ya fizîkî pêk neyê, lazim e ti ciwanê Kurd rehet raneweste."
Di çalakiyê de ciwanan pankarta li ser nivîsandî “Azadiya Rêber Apo azadiya me ye. Dem hatiye!” hilda. Piştî çalakiyê, ciwanan li bazara hundir a navenda Stuttgartê çalakiya îtaetnekirina sivîl li dar xist.
STRASBOURG/STUTTGART