Di hemû civakan de dûa hene, lê di civakên herî qedîm ku hîn jî çanda xwe diparêzin de dûa hîn jî pîrozî û sêhra xwe diparêze. Civak hemû enerjiya xwe dikin yek û dixwazin mirad û xwestekên wan bibin yek. Civaka Êzîdî timî dûaya azadiyê ji bo Rêber Abdullah Ocalan dike, lê vê carê xwestin hemû bi hevre enerjiya xwe bikin yek, beriya Roj biçe ava, vê daxwaza xwe bihevre bigihîn ‘Xwedê’. Di civaka Êzîdî de her qubek (perestgeh) ji bo xwedawendekî hatiye çêkirin û Êzîdî jî baweriyeke mezin didin xwedewandên xwe. Her tiştek di ola Êzîdiyan de girêdayî xwedawendekê ye. Xwîn û xeyal, hatin-çûyîn, hêz û hêvî, xweşî û nexweşî hwd. Her êlek an jî beşeke civakê Xwedawendekî xwe heye ku carna jî weke, ‘Xudanê me’ tê destnîşan kirin. Quba Şêbilqasim ku dikeve nêzî gundê Kolika li çiyayê Şengalê Xwedavendê Hêviyan e’. Di nava Êzîdiyan de jê re tê gotin ‘Şêbilqasimê Babê Miraza’. Miraz tê wateya tiştek di dilê mirov de bûbe hesret û bixwazî pêk were. Ji bo ew hêviya di dilê mirov de pêk were Êzîdî berê xwe didin ber Mezargeha Şêbilqasim û hêviyên xwe jê dikin. Vê carê oldar, serokeşîr, rûspiyên Êzîdiyan tevî dayîkan, endamên TAJÊ û Rêveberiya Xweser a Şengalê miraza di dilê wan de ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan e, bi hêviya pêkanîna vê mirazê berê xwe dan ber Mezargeha Şêbilqasim û bi hêviya azadiya Rêber Ocalan berê xwe dan rojê, destê xwe bilindkirin û hêviya xwe bi awayeke komî anîn ziman.
ROJNEWS/ŞENGAL