Ji bo Newrozê 150 tablo

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 18 Adar 2023 - 02:49

NÛJIYAN ADAR/ANF/QAMIŞLO

 

Li Rojavayê Kurdistanê ku çalakiyên çandî û hunerî lê xurt dibin, gel bi agirê ku pêdixin û hunermend jî bi berhemên xwe Newrozê pêşiwazî dikin. Yek ji wan wênesaz Hîkmet Îbrahîm ê 56 salî ye. Hîkmet Îbrahîm piştî xebateke 10 mehan karîbû tabloyên xwe yên ji bo hefteya Newrozê weke ku xeyal dikir pêşkêş bike.

Ev 150 tablo ji kevir, qirşik, sifir, qûm û pola hatine çêkirin. Gelek berhemên hunerî mizgîniya hatina biharê didin. Gelek tabloyên ku berxwedana Newrozê vedibêjin jî hene. Ji berxwedana Jîna Amînî ya ji aliyê yên rejîma Îranê ve hat qetilkirin, tabloyên ku zêhniyeta desthilatdariya mêr nîşan dide, ji destana Mem û Zîn heta berxwedana Kobanê, çîrokên ku bûne sembolên berxwedanê yên di dîroka gelê Kurd de derdikevin pêş. Berhemên hunerî yên li ser xweza, kevir û deşta Kurdistanê de, bedewiya xwezaya Kurdistanê nîşan didin.

Hunermend Hikmet Îbrahîm di 16’ê Adarê de li Navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo dest bi pêşandana 150 tabloyên xwe kir.

 

Divê dîrok bi huner bê parastin

Hîkmet Îbrahîm bi derfetên kêm hewl daye berhemên xwe pêşkêşî civakê bike. Wî bal bire ser roja berxwedanê Newrozê û got; “Xeyala min ew bû ku ez 150 tabloyên ji bo, biqedînim. Ev 10 meh in ez bi huner re elaqedar im, lê ev ne rewşek e ku ji ber xwe ve bi pêş ketiye. Armanca min ew bû ku ez bi 150 tabloyan, Newrozê pêşwazî bikim. Min di her tabloyê de çîroka berxwedanê nîşan da. Dîroka ku bi berxwedanê hatiye hûnandin, divê neyê jibîrkirin. Divê dîroka me bi huner were parastin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.