Carê bi şev gava mirov bi wesayîta xwe diçe cihekî, dibe ku ji nişkê ve heywanek derkeve pêşiya mirov. Gelek caran bûyerên wiha qewimîne û di qezayên bi vî rengî de heywan mirine. 

Li gorî lêkolînên li Fînlandiyayê, ji ber qezayên wesayîtan her sal bi qasî 4.000 gakoviyên “ren” ên kedîkirî dimirin. Her wiha di lêkolînê de hat gotin ku ev rewş xisareke mezin jî bi xwe re tîne û kesên van sewalan xwedî dikin jî dixisirin. Wisa tê texmînkirin ku salê 15 milyon euro xisara ji ber van qezayan heye.

Şivanên van gakoviyên kedîkirî li çareseriyê geriyane û di dawiyê de ji bo qeza çênebin û gakovî nemirin, çareyeke besît peyda kirine: Ji bo bi şevê qiloçê xezalan bibiriqin, ew bi boyax an jî spreyeke ku ronahiyê diteyisîne, boyax kirin û bi vî awayî gakovî kêmtir di qezayan de dimirin, ji ber ku çêtir xuya dikin. 

Gava şofêrên wesayîtan bi şev di nav daristanan, yan jî deştekê re derbas dibin, ronahiya li ser qiloçê wan dibînin û hêdî diçin û qeza nakin. Her wiha gava gakovî wesayîtan dibînin dikarin birevin û nekevin bin wesayîtan. 

Serokê komeleya şivanên gakoviyên “Ren”, Anne Ollila dibêje, “Em niha spreyê li ser çermê wan jî diceribînin lê wisa xuya ye ku li ser qiloçan dê bi bandortir be. Ji lewre qiloçên wan ji her derî tên dîtin.”

Şivanên Fîlandiyayî dizanin ku ev rêbaza wan bi kêr tê, lê dîsa jî ew dev ji lêgerînên xwe bernadin û li ser hin rêbazên dîtir dixebitin. Ew dibêjin, derbarê xezalan de boyaxkirina qiloçên wan kampanyaya herî baş bûye, lê kêmasiyek heye ku ev sprey zû ji ser qiloçan diçe û zêde li ber xwe nade. Ew bi biryar in ku bêhtir li ser vê mijarê serê xwe biêşînin û rêbazên baştir peyda bikin. n

NAVENDA NÛÇEYAN