Ji bo Mîtînga Azadiyê bang

Sêşem 8 Cotmeh 2024 - 02:40

Xebat û bangên ji bo tevlêbûna Mîtînga Azadiyê ku 13’ê Cotmehê wê li Stesyona Amedê bi armanca şikandina tecrîdê û azadiya fizîkî ya Rêber Abdulah Ocalan pêk bê, didome. Tê payin ku 13’ê Cotmehê bi sed hezaran kes bicivin li Amedê bicivin û û yek dengî ji Ocalan re azadiyê bixwazin.

Bi vê çarçoweyê siyasetmedar û rêveberên rêxistinên civaka sivîl banga tevlêbûna li Mîtînga Azadiyê dikin.

Rêveberên Federasyona Komeleên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hukumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) Şafî Hayme û Orhan Işik ji bo tevlêbûna li mîtîngê bang kirin.

Bila berdana girtiyan neyê astengkirin

Hayme tehde û êşkenceya tecrîdê ya li ser girtiyên siyasî yên Kurd destnîşan kir, bi bîr xist ku herî dawî Abdulkadir Kuday li girtîgehê şehîd bûye û got,’’Em dixwazin berdana girtiyan neyê astengkirin û girtî bên berdan. Lewma mitînga azadiyê gelek girîng e.”

Divê her kes were mîtîngê

Hayme anî zimên heta ku tecrîda li ser Rêber Ocalan neyê rakirin wê pirsa Kurd çareser nebe û got,’’Divê her kes li dijî tecrîda li Îmraliyê ji bo çareseriya demokratîk beşdarî mitînga 13’ê Cotmehê bibe. Divê demildest bi Ocalan re hevdîtin bê kirin. Her kesê ku li dijî şer û mirinê ye divê beşdarî mitîngê bibin.”  

Ji bo çareseriyê fersend e

Rêveberê MED TUHAD-FED Orhan Işik jî diyar kir yên ku naxwazin pirsgirêka kurd çareser bikin 43 meh in Abdullah Ocalan tecrîd dikin û got: “Abdullah Ocalan tenê ne kesek e. Li Rojhilata Navîn aktorek herî mezin e. Mitînga di 13’ê Cotmehê de li Amedê bê lidadrxistin, ji bo çareseriyê firsendek gelek mezin e. Divê her kes li dijî tecrîdê û şer beşdarî mitîngê bibe û dengê xwe bilind bikin. Divê bi sed hezaran kes ji Kurdistanê û Tirkiyeyê biherikin mitîngê.”  

Em li Qada Stesyonê bin

Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî jî banga beşdariya mitîngê kir û wiha got: “Tecrîd ne li gorî qanûnên welat û ne jî qanûnên Ewropayê ye. Ji bo rakirina tecrîdê di 13’ê Cotmehê de em ê li Qada Stesyonê ya Amedê bi gelê xwe re bicivin. Em bang li her kesên ku li Tirkiyeyê aştî û demokrasiye diparêzin dikin ku ji bo azadiyê li wê qadê bên cem hev û tecrîdê bînin ziman."

MA/AMED-WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.