Ji bo mexdûran bi gogê lîstin

Nûçeyên Dîaspora

Şemî 25 Sibat 2023 - 02:27

ERKAN GULBAHÇE

 

Tîmên Futbolê yên Kurdan ên li Elmanyayê ji bo alîkariya bi mexdûrên erdhejê re turnuwa organîze dikin û alîkariyê berhev dikin. Ew dahata pereyên ji turnuwayan û ji lîstikên dostaniyê didin mexdûrên erdhejê.

Bi pêşengiya Tîma Hanau SC 1960 a di Verbands lig a eyaleta Hessenê de, Sg Brockstadt, kurdische FC Giessenê turnuwayek organîze kir. Serokê  Hanau SC 1960 Okan Sari got, ew dixwazin bi alîkariya ji turnuwayê alîkariyê bidin erdhejzedeyan: “Xelkê bê pere li maçan temaşe kir. Lê kartên alîkariyê yên bi 50 euroyî hatin belavkirin. 20 hezar euroyên bi van kartan wê bi dest kevin, em ê bigihînin mexdûrên erdhejê.”

 

Ji bo alîkariyê maç kirin 

Li eyaleta Saarlandê, tîma futbolê FC Kandil Saarbrucken bi tîma FC Sarbrucken 2´yê yekşemê (26´ê Sibatê) dilîze. Dahata ji maçê hemûyî her du tîm didin Heyva Sor a Kurdistanê. Serokê FC Kandilê Mehmet Karaoglan got, “Ev maç ji bo me muhim e û em hêvî dikin piştgiriya xelkê gelek be. Kurdistanî wê xwarin û vexwarinê ji malê bînin û ji bo mexdûran bifiroşin. Wekî din jî wê alîkarî bê berhevkirin”.

 

Li stada 18 hezar kesî maça dostaniyê

Li eyaleta Schleswig-Holsteinê tîma SV Azadi Lubeck, bi tîma ser bi Komeleya Çanda Elewî (AKM) a Lubeck û tîma Turkish Sv bi hev re wê li dijî Lübeck Allstarsê maça dostaniyê bikin. Maç 28´ê Sibatê ye. Heqê bilêtan wê 5 euro be û dahata maçê wê bi temamî ji erdhejzedeyan re biçe. 

 

Kêfa zarokan bînin

Li Kolnê jî tîmên SV Botan, Amedspor Barikat û Mor Barikat, tevî komên xwe yên alîgiran kampanyaya alîkariyê dimeşînin. Ew dixwazin alîkariyê bigihînin zarokên di erdhejê de mexdûr bûne. Paketên alîkariyê ji 15 euroyan dest pê dikin.

 

Turnuwa li xêra mexdûran

Li Dusiburgê jî bi beşdariya 6 tîmên futbolê turnuwayek hat organîzekirin. FC Kurdistan Rojava zora FC Roj Dortmundê bir û bû yekemîna turnuwayê. Lîstikvanê tîma neteweyî ya Elman Kewin Grosskreutz jî formeyekî xwe îmze kir û xwest li xêra mexdûran bê firotin. Di dawiya turnuwayê de 3 hezar û 500 euro alîkarî ji Heyva Sor re hat şandin. Li aliyê din serokê duyem ê tîma FC Serkeftin 92, Mehmet Ateş da zanîn ku wan 1300 euro alîkarî daye û yekser jî 5 hezar euro gihandine gundên Besnî ya ser bi Semsûrê.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.