Ji aliyekî ve guhertina avhewayê û ji aliyê din ve teknolojî, li ser rêûresmên hezarê salan tehlûke ne. Dîsa jî li Bexdayê, bala ciwanan li ser kelekên dîrokî ye. Ew awayê kelekan ji dema Sûmeran ve mane. Avakerê rêxistina civakî ya sivîl a bi navê “Safîna Projects”ê Reşad Salim dibêje, ji van kelekan re “Meşhûf” tê gotin û ew ji serdema Sumeran ve mane. Reşad Salîm ji bo ku ev Meşhûf neyên jibîrkirin, li ser hev sîparîşan dide û ji bo ku ajotina wê hînî ciwanan bike, kom ava kiriye. Heta niha heft klubên Meşhûfan hatine avakirin ji ber ku bala ciwanan çûye ser wan.
Wêne: Ayman HENNA / AFP
BEXDA