- Mêşên hingiv ji bo başiya hawirdorê pirr girîng in. Ew jî perçeyekî xwezaya mirovahiyê ne.
Mêşên hingiv ji bo başiya hawirdorê pirr girîng in. Ew jî perçeyekî xwezaya mirovahiyê ne. Parastina wan ya ji şert û mercên xerab ji guherîna avûhehawayê re jî pir baş e. Şirketeke bi navê “Green&Blue” ya ku navenda wê li Ingilîstanê ye ji bo karibe mêşan biparêzê “Bee Brick” ango “Tuxleyên qulqulî” sêwirandiye û dixwaze mirov van tuxleyan bikarbînin.
Tuxleyên şîrketê bi awayekî dekoratîf hatine çêkirin û ev tuxle ji bo dîwarên malê û baxçeyan dikarin werin bikaranîn. Ji bo mêş karibin hêlînên xwe çêbikin ev qulên ser tuxle hatine vekirin û ev yek dike ku mêş ji xwe re ciyekî bi ewle bibînin û jiyaneke dirêjtir bijîn.
Wisa tê zanîn ku mêşên hingiv tenê di kewaran de dijîn lê li gor agahiyên şirket dide ev ne rast e. Hin mêşên hingiv hene û ew bi awayekî kolonî najîn. Li gor lêkolînan tenê li Ingilîstanê 267 cureyên mêşê hingiv hene û ji sedî 90’ên wan bi tena serê xwe dijîn.
Feydeya van mêşên hingiv ji bo hawirdorê gelek e. Ev şirket jî ji bo karibe mêşên hingiv biparêze ji malzemeyên avêtî van tuxleyên qulqulî yên xwezayî sêwirandiye û dibêje, “Heya ji me tê em bi gavên piçûk dixwazin bala mirovan bibin ser heywanan û em dixwazin mirov wan biparêzin. Di nav ekosîstemê de feydeya wan weke ajalên din gelek e û ev tuxlayên qulqulî dikarin ji bo wan bibin hêlîn û mal.”
LONDON