Di salvegera fermanê de Mam Beşîr bi stranekê hate bîranîn.
Di salvegera Fermana Şengalê de hunermendên Navenda Çandê ya Êzidxanê (NÇÊ) ji bo bîranîna Mam Beşîr stranek û klîbek amade kirin.
Strana ku gotin û awazên wê ji aliyê Hozan Xemdar ve hatiye amadekirin, ji aliyê stranbêjên NÇÊ Hozan Xemdar, Berfîn, Hîkmet Bira û Silêman Rengîn ve hate xwendin.
Hunermendên NÇÊ bi rêya stranên xwe hewl didin xwedî li cangoriyên xwe derkevin û nedin jibîrkirin.
Yek ji cangoriyên Şengalê Hesen Dûtar bi navê xwe yê naskirî Mam Beşîr e, ku 14'ê Qanûna 2020'î li Şengalê şehîd bû. NAVENDA NÛÇEYAN