Ji bo Kurdî weşanxaneyeke nû: ‘Pall Weşan’

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 12 Çile 2023 - 03:36

Li Amedê weşanxaneyeke nû ya bi navê “Pall Weşan” dest bi kar û barên çapkirina pirtûkan kir û berhemên xwe yên ewilî yên ku çap kirine jî dan nasîn.

Pall Weşanê sê pirtûkên ku nû çapkirine, weke pirtûkên xwe yên ewilî dan zanîn û got, ew dê bi sê awayan, e-pirtûk, pirtûkên bideng û pirtûka çapkirî karên xwe bidomînin. 

Kitêbên ewilî yên ku Pall Weşanê çap kirine ev in; "Şeva Dizên Solstîsê" (çîrok) ya Bîlal Nergizli, "Lerza" (roman) Qasim Pîro û "Siya yê Din" (çîrok)  ya Hesen Ildizî .

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.