Li warê Mazlûm Dogan li Xarpêtê, Partiya Çepên Kesk xwe ji bo hilbijartinê amade dike. Xarpêt ku nifûsa xwe 600 hezar kes e, nêzî 450 hezar hilbijêr lê ne. 100 sal in di bin polîtîkaya asîmîlasyonê ya dewletê de ye. Lewma ji bo gelê Kurd xwedî cihekî girîng e. Bi hilbijartinên 14'ê Gulanê re dixwaze jinûve li dîrok, çand û azadiya xwe vegere.
Ji namzetên Xarpêtê yên Partiya Çepên Kesk Sûltan Yaray destnîşan kir ku ji bo mafên neteweyî yên gelê Kurd û ji bo Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê ew ê bixebite.
Yaray diyar kir ku ji bo azadiya girtiyên di bin tecrîd û dîlgirtinê de ne, ew ê kar bike û ragihand ku bêîteatiya sivîl jî di nav de ji bo çalakkirina dînamîkên civakî û rêxistinkirina wan ew ê bixebite. Yaray got;"Li dijî mejiyê mêr ê ku jinê tune dihesibîne, zayendîperest û tekperest, ji bo misogerkirina mafên jinan bi qanûnan û destûra bingehîn, ji bo jin karibin xwe bigihînin nasnameya xwe ya rast, wekhev û azad hem li Meclîsê hem jî li qadên civakî ez ê karekî çalak bikim. Li dijî destdirêjiya li zarokan, li dijî kedxwariyê û ji bo wekheviya li xizmetên perwerde û tenduristiyê, ji bo mafê perwerdeya bi zimanê dayikê, ez ê li platformên sivîl, demokratîk û siyasî kar bikim. Ji bo pêşî li talan û dijminatiya li ekosîstemê bigire, ji bo kedkar hîn bêhtir tevlî hilberînê bibin, ji bo destûreke bingehîn a demokratîk bê avakirin û Qanûna Kar a nû bê amadekirin ez ê bixebitim. Ji bo mafên heywanan ez ê bi rêxistinên mafên heywanan û hawirdorparêzan re çalakiyan lidar bixim. Ji bo jiyaneke azad, demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê, ji bo avakirina welatekî hevpar ku her kes karibe bi ziman, ol û baweriya xwe bi rengekî wekhev lê bijîn, em ê bi gel re projeyan ava bikin û karekî kolektîf bimeşînin."
Sûltan Yaray kî ye?
Namzeta wekîltiyê ya Xarpêtê ya Partiya Çepên Kesk Sûltan Yaray sala 1971'ê li navçeya Şemrex a Mêrdînê ji dayik bû. Zewicî ye û dayika çar zarokan e. Pirtûkên xwe yên helbestan 'Bêyî Te' û 'Newala Xeyalan' heye, li kovara Kurdî ya 'Destar', li gelek kovaran û JinNewsê gotarên xwe, helbestên xwe hene. Her wiha di pirtûka 'Bîst Jin Bîst Çîrok' de nivîs û çîrokên wê hatin weşandin. Yaray bawernameya 'Mamoste' ya zimanê Kurdî wergirt. Ji damezrînerên Komeleya Wêjevanan a Kurd e. Du serdeman hevserokatî ji heman komeleyê re kir.
ANF/XARPÊT