Em rejîmê biguherînin

Pêncşem 25 Gulan 2023 - 15:45

  • "Di 28'ê Gulanê de bi milyonan kes wê karibin guhertin û serketina dîrokî pêk bînin. Em ji vê bawer dikin, hûn jî jê bawer bikin. Em hemû, em ê dengê xwe bidin û bi hev re rejîma yek zilamî biguherînin."

Hevserok û hevberdevkên HDP û Partiya Çep a Kesk (Yeşil Sol Parti) got, "Di dewra duyemîn de em ê dengê xwe bidin û rejîma yek şexsî biguherînin."

Desteyên Rêveberiyê yên Partiya Çep a Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi civîneke çapemeniyê helwêsta xwe ya ji bo dewra duyemîn a hilbijartina serokkomariya Tirkiyeyê eşkere kir.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan di civînê de got, "Di dewra duyemîn a hilbijartinê de em ê dengê xwe bidin û rejîma yek şexsî biguherînin."

Pervîn Bûldan îşaret bi girîngiya encamên hilbijartina 28'ê Gulanê kir û got, "Hilbijartina 28'ê Gulanê wê di navbera dilxwazên guhertin û demokratîkbûnê, û alîgirên rejîma yekperest de mîna referandûmekê pêk were. Beriya her tiştî, vê yekê bibêjim; em ti feraseta siyasî qebûl nakin a ku berxwedêriya guhertina demokratîk a li nava civakê dişikîne, talan dike yan jî napejirîne. Li dijî ferasetên bi vî rengî em têkoşîna xwe ya demokratîk heta dawiyê dewam dikin. Ji bo paşerojeke demokratîk, wekhev û hevpar em ê têkoşîna xwe dewam bikin."

 

Ji bo avakirina rejîmeke demokratîk

Pervîn Bûldan diyar kir ku rejîma sosret a ku Erdogan û hevalbendên wî ava kirine, sedema bingehîn a pirsgirêkên heyî yên civakî ye: "Di hilbijartina 28'ê Gulanê de dengdan wê li ser wê yekê ye, ka ev rejîma sosret wê dewam bike yan na. Di hilbijartina 14'ê Gulanê de gel bi xurtî xwedî li guhertina demokratîk û daxwaza aramiyê derket. Bi milyonan dengên ku li dijî sîstemê bûn yek, ji bo azadî, demokrasî, aramiyê bûn. Armanc avakirina rejîmeke adîl, azad û demokratîk a dûrî cihêkariyê ye.
Erdogan û rejîma wî di dema bê de jî wê li pêşiya pêkhatina van daxwazan astengiya herî mezin bin. Ji ber vê yekê, Erdogan ne rêyek e, yekane rê ew e ku desthilatdariya ew temsîla wê dike, bê guhertin. Lewma em dibêjin; ji bo me ya herî girîng ew e ku daxwaz û bendewariyên demokrasî, hiqûq, edalet, wekhevî û azadiyê yên gelê Kurd û civaka Tirkiyeyê bê nîşandan. Em hêviyê mezin dikin ku di 28'ê Gulanê de bi milyonan kes karibin guhertin û serketina dîrokî pêk bînin. Em ji vê bawer dikin, hûn jî jê bawer bikin. Bêkêmasî em ê dengê xwe bidin û bi hev re rejîma yek zilamî biguherînin. Daxwaza guhertinê ya bi milyonan kesî ji bo me çavkaniya herî mezin a guhertinê ye. Em ê bi biryardarî têkoşîna xwe dewam bikin. Em ê teqez bi ser bikevin."

 

Ji bo zora dijminê Kurdan bibin

Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin jî got, "Karê ku di 14'ê Gulanê de nîvco ma, em ê di 28'ê Gulanê de temam bikin. Di 14'ê Gulanê de me sekinand, em ê 28'ê Gulanê biguherînin. Li hemberî her cûre astengiyan di 28'ê Gulanê de em ê biçin ser sindoqan, dengê xwe bidin û vê rejîma zordar û dijminê Kurdan û jinan biguherînin. Em careke din bang li gelên xwe dikin. Em li vir in û di mijara guhertinê de bi biryar in. Li gorî karên me yên 14'ê Gulanê di nava civakê de motîvasyoneke xurt, daxwazeke xurt heye. Rejîma qesrê wê ti carî nikaribe vê asteng bike.

 

Bye bye sîstema fîrewn!

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî got, "Bi hilbijartinê re em ê vê sîstema fîrewn, rejîma yek şexsî, rejîma dijminê jinê têk bibin. Ev hilbijartin ne hilbijartina Erdogan û Kiliçdaroglû ye. Hilbijartina me ye. Dengê me wê careke din ji bo demokrasî û guherînê be. Hilbijartina 14'ê Gulanê veguherî hêviyeke cidî. Ev hêvî wê di 28'ê Gulanê de bi ser bikeve."
Herî dawî Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar bal bire ser metna hevpar û got, "Hilbijartina 28'ê Gulanê mîna referandûmê ye. Banga me li gelê me ye yên ku di dewra yekê de dengê xwe bi kar neanîn. Bila dengê xwe bi kar bînin, bi îradeya xwe em rejîma qesrê biguherînin, bi îradeya xwe xwedî li sindoqên dengdanê derkevin. Em ji vê bawer bikin û bi hev re biguherînin."

ENQERE 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.