• Seyitvan qebûl dike ku hunermendên Kurd hemû naxwazin di hunerê xwe de jî bi bûyerên diqewimin dakevin: "Lê gava mirov di şertên şerî de dijîn, şer di hunerê wan de jî cihekî digire. Ewên ku dibêjin, em naxwazin hunerê siyasî bikin jî hunerê siyasî dikin."

JENNIFER HATTAM*

 

Xêzkirinên bedenên tazî yên bêteşe di hundirê qutiyeke heba de, li ser rûyekî nivînê yê lewitî û li ser rûpelên jihevdeketî yên metneke civaknasiyê ne. Tuwalên di çayê dakirî û bi tayê porê dirûtî, bi dîwarekî li hember yên din ve ne; bi têkeleke hingivî û xweliya çixarê [dîwar] hatiye boyaxkirin.

Ev berhem tenê çendek ji 1500 parçeyên hunermed Fatoş Irwen in, yên ku wê di nava sê salên li hepsê de ji ber materyalên berdest çêkirine. Sala 2017'an ji ber qanûna "li dijî terorê" ya eyarê wê fereh a dewleta Tirk, piştî ku di xwepêşandaneke li bajarê xwe Amedê, li paytexta ne fermî ya Kurdan de hat girtin, ew hatibû mehkûmkirin.

Irwen dibêje, "Hunermendên Kurd her di atmosfereke gelekî siyasî de jiyane. Ew Adara bihurî ji hepsê hat berdan. Di dema vekirina pêşangeha wê ya solo "Zemanên Îstîsnayî (Exceptional Times)" de Gulanê em peyivîn. Pêşangeh cihê xwe di du galeriyan de dîtiye; li DEPO û Karşi Sanatê, herdu jî li Stenbolê ne.

Hunermend ne serbest in

Komên mafê mirovan ên weke Human Rights Watch û rêxistina azadiya hunerî Freemuse dibêjin, rewş ji bo Kurdan û dengên din ên muxalif ên li Tirkiyeyê her çû bêhtir zilmkar bû ji nîvê salên 2010'an ve. Di vê demê de hewldaneke darbeyê çêbû û pêvajoya aştiyê ya di navbera hikûmetê û milîtanên Kurd de hilweşiya. 

Irwen û hevala wê ya hunermed  Zehra Dogan a ku bi tohmeta "propagandaya terorîst" ji ber boyaxkirina wêneyan (wêneyekî bi rengên avî yê ku hilweşandina bajarê li ser sînor Nisêbînê nîşan dida) hat mehkûm kirin, dikarin weke sembolên zilm û sansura li ser hunermendên Kurd bê dîtin. Bariş Seyitvan, hunermendek û kuratorekî ji Amedê ye; ew ji min re dibêje, "Hunermend nikarin serbest kar bikin, bêyî ku lê bifikirin 'heger ez vê bikim, dibe ku min ji kar biavêjin, dibe ku bikevim hepsê'" 

Fotografek ji beşê Çend Kes ê projeya lêkolînê GUND a Rojda Tugrul

Zext timî ne evqasî eşkere li dev û rûyê mirov dikevin. Rojda Tugrul dibêje, "Bi carekê min dît ez xwe bi xwe teza xwe ya doktorayê sansur dikim, heta bi wê radeyê ku min lêkolîn bi xwe jî dixist tehlûkeyê." Xebata wê li ser tesîra ekolojîk ya şerî û koçberiya bi darê zorê ya di salên 1990'î de li herêmên Tirkiyeyê yên pirraniya xelkê wan Kurd e. Tugrul niha doktoraya xwe temam dike li Akademiya hunerên Bedew a Viyanayê. Ew ji bo qedandina lêkolîna xwe çûye derveyî Tirkiyeyê, qismî ji ber zexta ku wê hîs dikir gava ew li ser vê mijarê xebitiye: "Min nekarî îfade bikim ka min çawa li ser welêt hîs kir - min nekarî navên Kurdî yan jî hevokên Kurdî bi kar bînim, ji ber ku min dizanî sazî [behsa zanîngehê dike] wê qebûl neke."

Falling (2019) ji projeya Nejbir Erkol a bi navê ‘‘Çukur’.

Ma çawa nebîne

Hunermendeke din Nejbir Erkol dibêje,  zexta herî giran ji malbata wê tê: "Ew ji bo min ditirsin ji ber mijarên ez bi wan dadikevim, lê belê nabe ku ez hema welê bisekinim û temaşe bikim weke ku tiştek neqewimîbe." Projeya wê ya niha dewam dike bi navê ‘Çukur’ (çal) e, tê de fotografê çaleke ji ber bereke hawanê ya neteqiyayî jî xuya dike. Ew ber nêzî mala malbata wê ya li Nisêbînê ketiye, gava artêşa Tirk sala 2019'an êriş bire ser şervanên Kurd li Bakurê Sûrî. 

Tugrul dibêje, di dema pêşangeheke xwendekariyê de ya ku wê li Mêrdînê vekiribû, polês çûye pêşangehê. Li gorî antropolog û hevdamezrênera rêxistina belgekirina sansurkirina hunerî Siyah Bantê, Banu Karaca, ev tecrûbeyeke giştî ye: "Mesele ne ew e ka gelo hilberîna hunerî heye, lê belê di kîjan şert û mercan de heye, ha ew mesele ye." Karaca li gotinên xwe zêde dike û dibêje, mekanên hunerî yên li bajarên başûrrojhilat ên weke Amedê û Mêrdînê ji mêj ve di bin çavdêriyê de ne, polês bi ser wan de digirin, arşîvên wan tên desteserkirin û rayedar li ser wan ferzdikin ku "ji berê ve destûrê wergirin".

Ev tevdîr beşek ji kampanyayeke berferehtir a zilma çandî û siyasî ne. Di navê de qedexekirina yekser a zimanê Kurdî di salên 1980'yî de û li pey hev girtina partiyên siyasî yên Kurdan ji destpêka salên 1990'î ve jî hene. Bikaranîna Kurdî di perwerdeyê, siyasetê û warên din de jî heta roja îro nayê qebûlkirin.

Mekan ji bo hunêrê Kurdan

Hilbijartinên sala 1999'an li Tirkiyeyê, bêhnfirehiyeke qismî û geşbûna çandî ya herêmî bi xwe re anî gava ku partiya Kurd a siyasî li Amedê û bajarên din şaredarî bi dest xistin. Şaredariyên nû, galerî, şanogeh û mekanên din ên çandî vekirin. Çendek hunermendên vîzuel ên Kurd ên weke Halil Altindere, Ahmet Ogut û Şener Ozmen hatin nasîn, berhemên wan li muzeyan û bîenalan hem li Tirkiyeyê û hem jî navneteweyî hatin nîşandan. 

Seyitvan dibêje, "Ji bo nifşê me, ev demeke muhim bû. Mekanên me bi xwe hebûn, ên ku me dikarî li wan pêsangehan bikin û hunermendên din bibînin." Wî li şaredariya Amedê kuratoriya du galeriyan dikir: "Lê belê gava wan hunermed, nivîskar û filmçêkerên Kurd xwe îfade kir û dinyayê ew dîtin, vê yekê dewlet aciz kir."

Mahmut Wenda Koyuncu yek ji kuratorên pêşangeha Irwen e. Ew dibêje di salên 2000'î û destpêka salên 2010'an de "Li nav meydana huner a Tirk de talebek hebû ji bo hunermendên Kurd ên berhemên siyasî çêdikin; ew tiştekî heme hema bi prestîj bûn ji bo nîşandanê. Lê niha ew jê dibizdin; galeriyên muxalif ên weke DEPO û Karşi Sanatê di nava çendek mekanan de ne ku hîna jî cih didin hunermendên Kurd ên ku karê siyasî dikin." 

DEPO'yê berdêla vê desteka xwe da. Damezrênerê wê Osman Kavala, ji Cotmeha 2017'an ve di hepsê de ye ji ber tohmeta beşdariya darbeya bibinketî û organîzekirina protestoyên li dijî hikûmetê yên li seranserê Tirkiyeyê - lê ew hîna nehatiye mahkûmkirin. Di îdîanameya li dijî wî de tê gotin, Kavala "çalakiyên parçekirina civakê" bi rêya saziya xwe ya weqfî Anadolu Kultur kiriye da ku projeyên elaqedarî Kurdan û hindikahiyên din fînanse bike. Wekî din ji bilî DEPO'yê di nava projeyên Anadolu Kulturê de Navenda Hunerên Bedew a Amedê ya sala 2002'yan damezrandî jî heye. 

Me nekarî huner bikin

Gava ku hikûmeta navendî dest pê kir li şûna şaredarên hilbijartî qeyûman deyne piştî ku rewşa şerî ji nû ve dar der û piştî hewldana darbeyê, Seyitvan dibêje, "Cihên pêşî hatin girtin mekanên şaredariyê yên huner û çandê bûn". Wî karê xwe yê kuratoriyê ji dest da û lê hat qedexekirin ku mamostetiya huner jî bike, ji ber ku qederê 6000 akademîsyen ji zanîngehên dewletê yên Tirkiyeyê hatin avêtin sala 2016'an. Piştî ku sala 2019'an ew hat girtin, bi alîkariya rêxistinke civaka sivîl a bi navê Hunermendên di Tehlûkeyê de [Artist at Risk] ew ji Tirkiyeyê derket û hê jî li derveyî Tirkiyeyê ye. Rêxistin dibêje, pirraniya kesên ew ji Tirkiyeyê alîkariya wan dike, Kurd in. 

Seyitvan dibêje, "Gelek ji me neçar man ji Tirkiyeyê derkevin, ji ber ku rewş gihişt nuqteyeke welê ku me nekarî huner bikin. Ez li benda guherîneke di siyasetê de me, arambûna rewşê da ku vegerim. Ez bawer dikim ev mumkin e, lê divê em ji bo vê her kar bikin."
Kolektîfeke ku Seyitvan jî ji hevdamezrênerên wê ye, Merkezkaç yek ji wan înîsiyatîfan e ku komek hunermend wan bi rê ve dibin - tevî A4, Loading and others – hîna jî hewl dide li Amedê platformên alternatîf çêke ji bo hunermendan. Û nifşekî nû yê hunermendên jin ên Kurd derdikevin pêş, para bêhtir weke beşê tevgerên femînîst û LGBTQ ên Tirkiyeyê.

Hunermendên di nava van komên bi hereket lê belê dor li wan girtî de, çawa Karaca hişyar dike, "Xwedî fikareke hevpar in ku ew ê bi zilma li wan tê kirin bên terîfkirin lê ne bi berhemên ew çêdikin."

Seyitvan qebûl dike ku hunermendên Kurd hemû naxwazin di hunerê xwe de jî bi bûyerên diqewimin dakevin: "Lê gava mirov di şertên şerî de dijîn, şer di hunerê wan de jî cihekî digire. Ewên ku dibêjin, em naxwazin hunerê siyasî bikin jî hunerê siyasî dikin."

Fatoş Irwen: 'Exceptional Times' li DEPO û Karşı Sanat Çalışmalari ya li Stenbolê ye heta 27'ê Hezîranê.

* Ev gotar di International Art Magazin Apollo de 8'ê Hezîranê bi sernivîsa orîjînal "For Kurdish artists in Turkey, simply making work is a political act" hat weşandin. Luqman Guldivê wergerand Kurmanciyê.