Ji bo ku em hevsenga pêvajoyê deynin, Bi peyamdayinê qîma xwe tînin
În 25 Cotmeh 2024 - 19:00
- Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan: ’’Em stratejiyekê geş dikin. Bi pisporbûna zêdetir, bi kûrbûna li ser rêbazên ku ji alî teknîkî û fizîkî ve têne geşkirin, ku dikarin hemû tevdîrên îstîxbarî têk bibin, mirov dikare encaman bigire.’’
- Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan derheqê îdîayên dewleta Tirk ku dibêje van sê çar salên dawî gerîla li Bakur xilas bûne, hijmareke pir kêm mane, destnîşan kir wekî gerîla xilas bûne niha jî çima operasyonan dikin û bi bîr xist di nav sala 2023’yan de behsa 29 hezar operasyonan tê kirin.
- Karayilan anî zimên rewşa bakur ne wiha ye ku aliyê Tirk dibêje, diyar kir,’’Êdî em ji gerîlayê berê/klasik bihurîne’’ û got,’’Niha peywira pêşî ya gerîlayên Bakur ne çalakî ne. Nêzîkatiya me ya bipîvan, xweparastina hêza me tê manîpulekirin. Wê bibînin bê ka rastî çiye.’’
- Karayilan wiha got: ‘’Em stratejiyekê geş dikin. Bi pisporbûna zêdetir, bi kûrbûna li ser rêbazên ku ji alî teknîkî û fizîkî ve têne geşkirin, ku dikarin hemû tevdîrên îstîxbarî têk bibin, mirov dikare encaman bigire.
- Mijara mekanê rast û dema rast ji vî alî ve girîng e. Bi esasî em li ser vê disekinin. Di vê serdemê de carcaran qîma xwe pêanîna bi dayina hin peyaman em rastir dibînin. Hem ji alî siyasî û hem ji alî leşkerî ve, ji bo hevsenga pêvajoyê were danîn, nêzîkatiyeke wiha rastir e.’’
Beşê sêyan û yê dawî yê nirxandina Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan ku ji rojnameya me re kirî:
Artêşa Tirk di tûnelan de xitimiye
Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan anî zimên Sererkaniya Tirk an jî wezareta şer li ser mijara taktîkê xitimiye, ji kirinên wan ev kifş dibe û got,’’Artêşa Tirk li qada Zapê ji bo tûnelan bixe ev sê sal in hema hema her rêbaz û teknîkê bi kar tîne lê dîsa jî bi ser nakeve. Hê jî li wan tûnelan berxwedan didome. Li vir bi êrîşên dijber ên gerîla artêşa Tirk tim derban dixwe. Gerîlayên li wir ne di pozisyona parastinê de lê di pozisyona êrîşê de ne. Artêşa Tirk li bara vê zor lê dibe, tim derban dixwe. Gerîla jî bi ziyaneke herî kêm ku dikare di dîroka şer de bibe, bi rengekî serkeftî vî şerî rê ve dibe.
Serekerkanê Tirk raya giştî dixapîne
Karayilan bi domdarî gotina Serekerkanê Tirk Yaşar Guler ku gotibû,’’Em ê kilîdê meha Mijdarê temam bikin’’ bi bîr xist û got,’’Ev bi rengekî aşkere xapandina raya giştî ye. Ne tiştekî wiha ye ku Mijdarê temam bibe. Jixwe taktîka ku diceribînin du-sê salan encamê nayîne. Ji vî alî ve di mijara taktîkê de teng bûne û xitimîne.’’
Li Garê derb xwarin û vekişiyan
Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan bi domdarî anî zimên yekîneyên mobîl ku ji 20-30 kesî pêk tên û Yaşar Guler bi pesindarî behsa wan dike li Qadên Parastinê yên Medyayê nikarin encamekê bi dest ve bînin û got,’’Carekê xwe helaftin ku bikevin Garê. Hê di çend sed metroyên pêşî yên Garê de ketin kemînê. Derbeke giran xwarin û dev jê qeriyan. Her wiha li deverên weke quntarên Girê Baharê çend caran derb xwarin. Weke min gotî; ev taktîk tiştekî nû ye lê bêkêr e. Berê li Bakur dixebitandin.’’
Karayilan wiha domand:’’Bi qutebirî, bi vê armancê wê xeta rêyê bi tevlêbûna aktîv a PDK’ê digirin û vê rêyê ji bo vê çêdikin. Hewldanên bi çarçoweya ji bo dorpêçkirina tûnelên berxwedanê ne.’’
Gerîla nebe çima operasyonan dikin?
Li ser îdîayên dewleta Tirk ku dibêje van sê-çar salên dawî li Bakur gerîla hatiye xilaskirin an jî kêm mane got,’’Van rojên dawî gelek şîrovekarên siyasetê jî tiştên hevşib dibêjin. Baş e, madem wiha ye ev operasyonên bêdawî yên li ser Bakurê Kurdistanê çima têne kirin? Niha jî operasyon hene. Tim operasyon têne kirin. Bi ser de, di nav sala 2023’yan de behsa 29 hezar operasyonî tê kirin. Madem xilas bûye, hatiye asta ku nikare çalakiyê bike, çima ev qas operasyonan tînin û mesrefê dikin. Çima ev qasî xwe diwestînin?’’
Me ‘Projeya Jinûve Avabûnê’ daniye
Karayilan anî zimên ew ji gerîlayê berê/klasik bihurîne û got,’’Me daniye ber xwe ku bi çarçoweya ‘Projeya Jinûve Avabûnê’ di gerîlatiya Bakur de nûbûn û guherîneke hîmî bikin lê ji ber hin zor û zehmetiyan me hê ev pêvajo temam nekiriye. Em dikarin vê weke kêmasiya xwe ya şêwaz û tempoyê de bibînin. Guherîn û nûbûna ku pêşbîniya wê hatiye kirin di dema xwe de me nekiriye. Êdî em ji gerîlayê berê/klasik bihurîne. Ev ji bo me encameke aşkere ye.’’ Karayilan bi domdarî diyar kir,’’Niha peywira pêşî ya gerîlayê Bakur ne çalakî ye, armanckirina jinûve avabûnê û guherînê ye. Bêhtir li ser vê tê sekinandin.’’
Em stratejiyekê geş dikin
Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan herî dawî wiha got:‘’Em stratejiyekê geş dikin; bi vê stratejiyê dawiyê em armanc dikin ku vê rejîmê têk bibin û em ê vê bi ser bixin. Ji vî alî ve, li cih an jî demên ku divê em bi tevdîr tevbigerin em ê tiştên hewce bikin û armanc dikin rêya serkeftinê vekin. Bi pisporbûna zêdetir, bi kûrbûna li ser rêbazên ku ji alî teknîkî û fizîkî ve têne geşkirin, ku dikarin hemû tevdîrên îstîxbarî têk bibin, mirov dikare encaman bigire. Bêyî vê, bi rêbazên amatorî, jirêzê, klasik mirov berê xwe bide tekoşîna vê serdemê wê serneketinê bîne. Ji ber vê, girîng e ku mirov bi stratejîk nêzîk bibe û bi rêbazên profesyoneltir encamgirtin û dawiyê jî serxistina vî şerî girîng e. Weke AKP’yiyan hewcehiya me bi propagandaya rojane û bi gotin û hewldanên manîpulekirina civakê nîne.’’ BEHDÎNAN