Ji bo komîsyonê gavên lezgîn divê
Şemî 26 Tîrmeh 2025 - 03:15
Îskender Bayhan ê ji EMEP’ê da zanîn divê komîsyon pêvajoyeke welê bi rêxistin bike ku bi civîn û çalakiyan nêrînên hemû beşên civakê yên li ser pêvajoyê, meyla wan derxîne holê û got divê pêvajoyeke berfireh a nîqaşê bi rêxistin bike.
Demeke kurt beriya meclîs bikeve betlaneyê Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş bi serokwekîlên komên partiyên li meclîsê re li hev kom bû û komîsyona li meclîsê bê avakirin nirxand. Lê belê ji ber ku meclîs kete betlaneyê li ser sererastkirinên qanûnî û paşeroja komîsyonê vê gavê çarçoveyeke şênber nîne.
Partiya Kedê (EMEP) li meclîsê du parlamenterên xwe hene, lê koma xwe nîne. Yek ji wan parlamenteran jî Îskender Bayhan ê wekîlê Stenbolê ye. Îskender Bayhan li ser karên komîsyonê axivî.
Îskender Bayhan li ser avanî û karê komîsyonê fikrê xwe anî ziman û got, “Yek, divê hemû partiyên li meclîsê di nava komîsyonê de hebin, du; pîvana temsîla wekhev divê bi cih bê anîn û li komîsyonê her kes bi rengekî wekhev xwedî mafê axaftinê be. Bêguman ji aliyê pêvajoya biryarwergirtinê û dengdanê jî biryar divê li gorî hejmara zêde ya wekîlên beşdarî komîsyonê bûne werin wergirtin.
Ya duyemîn jî divê komîsyon pêvajoyeke welê bi rêxistin bike ku bi civîn û çalakiyan nêrînên hemû beşên civakê yên li ser pêvajoyê, meyla wan derxîne holê, pêvajoyeke berfireh a nîqaşê bi rêxistin bike. Divê bibe kursî, amûr û platforma vê yekê.
Ya sêyemîn jî; teqez sererastkirinên qanûnî yên lezgîn hene ku divê bêne kirin. Di serî de bidawîkirina qeyûman, derxistina efûyeke giştî ya siyasî, rawestandina operasyonên li derveyî sînor, rawestandina van tevgeran, nêzîkatiya ku dewlet tiliya xwe ji ser tektîkê vekişîne; biryar û sererastkirinên li ser van esasan bixe rojeva meclîsê.
Daxuyaniyên eniya Tifaqa Cûmhûr û Erdogan mixabin dûrî van e, mijarê ji demê re dihêlin, avêtina gaveke biçûk jî ji demê re dihêlin. Nepêkan e ku ev rewş bê qebûlkirin.”
ANF/ NAVENDA NÛÇEYAN