Ji bo Kemal Pîrî 17 çalakî
În 8 Îlon 2023 - 15:25
HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku gerîlayên HPG û YJA Starê bi rasthatina salvegera şehadeta yekî ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Kemal Pîrî de 17 çalakî kirine.
HPG’ê da zanîn ku di çalakiyan de 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatine kuştin, derb li kepçeyekê û 10 çeperên dagirkeran hatine xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê kite bi kite agahî li ser van çalakiyan belav kirin:
Şehîd Delîl li Rojavayê Zê (Zapê)
7’ê Îlonê saet 10.50 û 11.00’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê 2 dagirker hatin cezakirin. Hêzên me yên YJA Starê ev çalakî kir.
7’ê Îlonê saet 12.00’an li Qada Berxwedanê ya Girê FM bi çekên giran û ji du milan ve li kepçeyekê hate xistin û ev kepçe hate sekinandin.
7’ê Îlonê saet di navbera 19:45 û 21:30’î de Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ji aliyê helîkopterên êrişê ve hate bombekirin. Dema helîkopterê xwest leşkeran deyne Qada Berxwedanê, bi çekên giran li helîkopterê hate xistin.
Di 7’ê Îlonê saet 18.00’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û derb li çeperekî hate xistin.
7’ê Îlonê saet 09:05, 09:30, 10:00, 13:45, 14:05, 14:50, 21:00 û 23:59’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û derb li 8 çeperan hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
8’ê Îlonê saet 03:00’yan de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û derb li çeperekê hate xisitn. Hêzên me yên YJA Starê ev çalakî kir.
Herêma Metînayê
6’ê Îlonê saet 12.00’an li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê hêzên me xwe bera nav dagirkeran dan û çalakiyek kir. Hêzên me ji nêz ve li dagirkeran da û 2 dagirker ceza kirin.
Herêma Xakurkê
7’ê Îlonê saet 07:00’an, li Girê Şehîd Axîn bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Hêzên me yên YJA Starê ev çalakî kir.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker
Di 7’ê Îlonê de qada Golka ya Metîna 4 caran ji aliyê balafirên şer ve hate bombekirin.
Herêmên Zap, Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, Metîna û Xakurkê bi topan hate bombekirin.
Derewên dewleta Tirk
Wezareta Şer a Komara Tirkiyeyê veguheriye wezareta derewan; wê li ser şehadeta hevrêyekî me dîsa nûçeyên derew belav kirin. Hevrêyê me Şerzan Mawa (Ferît Yuksel) di 28’ê Hezîrana 2023’an de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê di encama êrişa bombeya nukleerî ya taktîkî de şehîd bû. Me şehadeta hevrêyê xwe Şerzan 4’ê Tîrmeha 2023’an ragihand. Di 10’ê Tîrmehê de çapemeniya şerê taybet a Tirk agahiyên li ser şehadeta hevrêyê me Şerzan berevajî kir. Di 8’ê Îlona 2023’yan de Wezareta Şer a Tirkiyeyê şehadeta hevrêyê me Şerzan weke ku nû bûye ragihand. Hevrêyê me Şerzan şervan û qehremanek e ku bi lehengî şer kir û di dilê gelê me de cih girtiye. Em gelê xwe, raya giştî û saziyên çapemeniya azad ji bo ku bi heqîqetê zanibin û ji derewên şerê taybet ê dewleta Tirk bawer nekin, agahdar dikin.
BEHDÎNAN