- Hevserokê TUHAY-DER'ê yê Wanê Çetîn Ûyar: “Hevalên me li 106 girtîgehan ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê. Çalakiya me heta 15’ê Sibatê wê bidome. Em dixwazin her kes bibe dengê vê têkoşînê.”
Çalakiya greva birçîbûnê ya li hepsên Tirkiyeyê û yên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê îro di roja 16´an de dewam dike. Li derveyî hepsan jî nexasim Dayikên Aştiyê bi nobetên xwe destekê didin greva girtiyên azadiyê. Nobetdarên li Amed, Wan, Mêrsîn û Edenê bang li xelkê kir da ku bibe dengê girtiyên azadiyê.
Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” di roja 16’an de dewam dike.
Girtiyên siyasî yên li girtîgehên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê, dest bi greva birçîbûnê ya bi dor kiribû. Çalakî wê heta 15’ê Sibata 2024’an bidome.
Ji bo destekkirina girtiyên siyasî û xurtkirina doza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, li gelek navendan Nobetên Edaletê hatin destpê kirin. Di nobetên li Amed, Wan, Edene û Mêrsînê, nobetdaran xwest Rêber Abdullah Ocalan fizîkî azad bibe, û heta hingê çalakiya wan wê dewam bike û got, "Divê her kes bibe dengê vê têkoşînê."
MÊRSÎN: Li Mêrsînê çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengiya TUAY-DER a Çûkûrovayê, di roja 9’an de ye. Çalakî bi beşdariya Dayikên Aştiyê û gelek rêxistinên civaka sivîl didome. Endama Meclisa Dayikên Aştiyê, Meryem Erbey, li cihê çalakiyê axivî, û got, heta xeber ji Abdullah Ocalan neyê girtin, ew ê nobeta xwe bidomînin: "Divê em xeberekê ji Rêberê xwe bigirin. Divê dewleta Tirkiyeyê gavekê biavêje. Tecrîd, di şexsê Rêbertiyê de li ser kurdan hemûyan tê dewamkirin. Em vê yekê qebûl nakin û em ê têbikoşin. Heta em azad bibin, em ê têbikoşin."
EDENE: Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) beşdarî çalakiyabi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Edene ya Akdenîzê (AATUHAY-DER) bûn. Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gelek eks tev li çalakiya Nobeta Edaletê bûn. Dayika Aştiyê Nejla Kocaman di çalakiya nobetê de axivî, diyar kir ku divê Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe û bang li derdoran hemûyan kir da ku bibin dengê vê çalakiyê.
WAN: Çalakiya Nobeta Edaletê ku bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re ya Wanê (TUHAY-DER) li avahiya Rêxistina DBP'ê ya Wanê di roja xwe ya 8’an de dewam dike. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, rêveberên Şaxa Sendîkaya Malnişînan (Emeklî-Sen) a Wanê ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) û nûnerên gelek saziyên sivîl serdana çalakiyê kirin. Di çalakiyê de tim dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin. Serokê Şaxa Emeklî-Sen'ê ya Wanê Tîmûr Sayyîgît di serdanê de axivî û got: "Heta ku ev faşîzm bê rûxandin û zilma li zindanan bê rakirin wê têkoşîna me bidome." Endama Dayika Aştiyê Perîşan Aslanê jî kesên beşdarî Nobeda Edaletê bûne silav kir û got: "Em ê li cem girtiyên ku li zindanê dest bi greva vekirî kirine, bin."
Hevserokê TUHAY-DER'ê yê Wanê Çetîn Ûyar jî ev tişt gotin: “Hevalên me yên li 106 girtîgehan ji bo birêz Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê. Ev greva birçîbûnê û Nobeda Edaletê ji bo azadiya fizîkî ya birêz Ocalan hatiye destpêkirin. Weke sazî û gelê Kurd dê çalakiya me heta 15’ê Sibatê bidome. Em dixwazin her kes bibe dengê vê têkoşînê.”
AMED: Çalakiya Nobeta Edaletê, li Amedê li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Dem Partî) a navçeya Baxlerê didome. Di roja 9´an de çalakî dewam dike. Nobetdaran pêşmalkên li ser wan dinivîse “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kir û ji kes û saziyên diçin serdana wan re jî behsa armanca nobetê dikin. Nûnerên DBP’ê, Dem Partiyê, rêxistina Dem Partiyê ya Farqînê û MEBYA-DER çûn serdana Nobeta Edaletê.
Li avahiya Dem Partiyê ya navçeya Rezanê pankartên “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî em ji zindanan re bibin deng” û “Ji dayikên lehengan, hezar silav ji bo zindanan. Em ê bi hêza xwe tecrîdê bişkînin û jiyana azad ava bikin” hatin daliqandin.
NAVENDA NÛÇEYAN