Ji bo jinan dans û dramaya bi sî

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 27 Nîsan 2022 - 22:03

  • Bi pêşengiya Şaredariya Silopiyê ya Şirnexê, nexasim ji bo jinan ji aliyê Komeleya Çand û Huner a Mezopotamyayê ve bername hat lidarxistin. 

Bi pêşengiya Şaredariya Silopiyê ya Şirnexê, nexasim ji bo jinan ji aliyê Komeleya Çand û Huner a Mezopotamyayê ve bername hat lidarxistin.

Bername li Parka Ahmet Kaya ya li Taxa Nûrê hat pêşkeşkirin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Nûran Îmîr, Hevseroka HDP'a Şirnexê Sabûha Akdag, Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan, Hevşaredara Cizîrê ya qeyûm şaredariya wê dagir kir Berîvan Kûtlû, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), birêveberên HDP’ê yên navend û navçeyan û gelek jin û zarok tevlî bernameyê bûn. 

Bernameyê bi lîstika “Dansa drama ya bi sî” dest pê kir. Di lîstikê de peyamên li dijî êrişên li dijî jinan, têkoşîna jinê, êrişên li dijî jinên li girtîgehan û yekîtiya jinan hatin dayîn. Bername bi Koma Erbanê ya Jinan û Koma Oxirê Nemir a zarokan dewam kir. Di bernameyê de dirûşmên “Bijî Berxwedana Zindanan” û “Jin Jiyan Azadî” hatin gotin.

‘Jin paşve gav navêjin’ 

Piştî bernameyê, Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan axivî û bal bire ser êrîşên li dijî jinan û têkoşîna wan: “Em dizanin ku jinan ti caran bi paş ve gav neavêtine û wê ti caran jî bi paş ve gavê neavêjin. Îro peyama me li vir da jî ev bû. Mala hevalên di vê bernameyê de westiyayî hemûyan ava be.”

Nûran Îmîr a HDP’yî jî axivî û bal bire ser polîtîkayên taybet ên li dijî jinê û got,: “Rola ku civaka baviksalar dide jinê, hebûna wê tine dihesibîne. Lê her tilîliyek û her têkoşîneke jinan şoreşek e. Jin van rolên li wan hatine ferzkirin, qebûl nakin û li dijî van li ber xwe didin. Me gelek berdêl dan, lê tevî êrişan hemûyan jî em li ber xwe didin û têkoşîna xwe didomînin. Hişmendiya her carê êrişî me dike û destketiyên me tine dihesibîne, em ê li dijî wê li ber xwe bidin.”

ŞIRNEX/JINNEWS 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.