Ji bo hêza xwezayê ejderhayekî ji daran

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 30 Çile 2022 - 22:03

  • Di sala 2018’an de li Îtalyayê bahozeke bi şid ya ku jê re dibêjin “Vaia” rabû û ji ber bahozê daristanek ji holê rabû. Tenê li herêma Trentino bi qasi 18 hezar dar ji kokê ve rabûn.

Di sala 2018’an de li Îtalyayê bahozeke bi şid ya ku jê re dibêjin “Vaia” rabû û ji ber bahozê daristanek ji holê rabû. Tenê li herêma Trentino bi qasi 18 hezar dar ji kokê ve rabûn. Bandoreke mezin ya vê bahozê li ser peykersazê bi navê Marco Martalar çêbû. Marco ji bo karibe hêza xwezayê nîşan bide biryar da ku ji darên şikestî peykerekî ejderhayekî çêbike. Wî bi vê armancê li herêma Trentino li serê girekî ji kok û guliyên daran peykerekî çêkir û niha gelek kes diçin serdana peykerê wî.

Marco dibêje ku ev bahoza li Trentinoyê li ser nihêrîna wî ya hunerê jî bandorekê çêkiriye. Marco; “Şêwaza berê ya çêkirina peykeran êdî bala min nedikişand û ji min re bi mentiq jî nedihat. Bi vî awayî ew dar û berên ku bahozê edim kir min ji bo hunerê xwe bikaranî.

Min xwest bi riya hunerê careke din ruh bidim van daran.”

Ejderhayê Marco li herêma Trentino bûye sembolek. Marco dibêje ku ew hêza xwezayê nîşanî xelkê dide û her wiha bibîr dixe ku divê em li hember xwezayê bi hurmet bin nexwe dê bahozên xerabtir werin serê me. Marco ji bo karibe peykerê xwe çêbike serê pêşî 10 roj tenê li ser sêwirandina wî rawestiyaye. Piştî wî li ser kaxiz peyker sêwirandiye dest bi çêkirina wî kiriye û ev karê wî mehek û nîv girtiye.

Peykerê Marco tîne bîra mirov ku divê mirov hêza xwezayê ji rêzê nebîne û li hember wê tim rêz bigire.

ROMA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.