- Hunermend Es Devlîn dibêje, peywendiya xebata wê bi malê re heye, yanî bi wî mekanê mirov şên dikin. Ew vê weke çandeke dibîne û hewl dide guhdariya bajêr bike û wî hîs bike. Ji bo xebat xwe dibêje, erê, hin tiştan hînî insanan dike, û wekî din wan vedixwîne ku bîra hin tiştan jî bibin.
XASÊ CÛNÊ
Hunermend Es Devlîn, bi muzîk û ronahiyê, peykerên gelemperî ango giştî çêdike û bi saya muzîk û ronahiyê zimanekî hunerî ji xwe re afirandiye. Her wiha ji teknolojiyê jî sûdê werdigire û ji bo karên xwe bi kar tîne. Bi van peykerên xwe yên ku li meydanên giştî nîşan dide, dixwaze perspektîfa mirovahiyê ya hezarê salan a ku hatiye guhertin nîşanî xelkê bide. Yanî ew bi van peykerên xwe li rabuhiriyê difikire û derbarê siberojê de jî dike ku meriv bifikirin. Çaxê meriv li peykerên wê dinihêre ne mumkin e ku meriv nebe perçeyekî karê wê, ew naxwaze meriv li derveyî peykerên wê bimînin û wan jî bi awayekî tevlî karê xwe dike. Ji lewma, heya jê tê peykerên xwe bi awayekî gelemperî nîşanî civakê dide û li derveyî salonan difikire. Her wiha bi van karên xwe merivan dide fikirandin jî.
Es Devlîn bi xebata xwe ya dawî ya bi navê “Come Home Again” (Dîsa vegere malê) li ser xwezayê û cihê insanan yê di nav vê xwezayê de hiziriya, hûr kolaya û dixwaze xelk jî li ser vê yekê bifikire. Wê bi riya vî peykerî, bi destan wêneyê 243 cûre heywanab xêz kiriye. Heywanên ku xêz kirine axlebê wan yên ku li ber nemanê ne, yanî mesela wan a man û nemanê heye. Wê ji ronahiya Dêra St. Paul a Londonê îlham girtiye û heman ronahiyê ji bo peykerê xwe jî bi cih kiriye. Jixwe, peykêrê ku çêkiriye jî li Tate Modern Garden tê nîşandan û li hember dêrê disekine. Wê înstalasyona xwe bi aweyekî wisa sêwirandiye ku meriv dikarin bikevin hundirê wê jî. Di nav wêneyên ku xêz kirine de gelek kêzik, çûk, masî, mar û cûreyên din yên heywanan hene.