‘Wara’ yan jî hunera piştî palehiyê

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 7 Cotmeh 2024 - 00:26

Bi hatina demsala payîzê re li herêma Niigate ya Japonyayê “Festîvala Wara ya Hunerê” jî dest pê kir. Ev herêm weke herêma birinc tê zanîn û li vir her sal di payizê de palehiya birinc tê kirin. Ji lewma jî li vê herêmê palehî çalakiyeke girîng e. 

Piştî ku birinc tê hilanîn qesel ango sapên birinc dimînin. Japonî ji van sapan re dibêjin “wara”. Tîmeke hunerî ku her sal van sapan bikartîne diçe herêmê û ji van sapan peykerên mezin çêdike. Peykerên ku çêdikin ji folklora herêmê îlham digirin. Her wiha êdî li herêmê ji bo van peykerên ji “wara” festîvalek jî tê lidarxistin. 

Festîvala Wara ya Hunerî bi hevkariya Zanîngeha Hunerî ya Musashino tê lidarxistin. Cara pêşî di sala 2006’an de hatiye lidarxistin û het niha her sal bi awayekî rêk û pêk dewam dike. Hinek hunermend her sal diçin herêmê û bi hevkariya rênçber û şagirtan peykerên mezin çêdikin ku her yek ji van peykeran çand û folklora herêmê temsîl dike. Weke nimûne Xwedayê Ewran, Xwedayê Bayê û Şeytan çanda wê herêmê temsîl dikin û her xwedayek xwedî taybetmendiyeke cuda ye.

Hunermend, dildarên hunerê, gundî û şagirt bi hevre van peykeran din ava 10 rojan de çêkirine û niha ev peykerên wan li Parka Uwasekigata ya Japonyayê tên nîşandan.

TOKYO 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.