Ji bo hewarê huner!

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 11 Sibat 2023 - 05:51

  • Hunermendê peykerên qûmê yê Hindistanî Sudarsan Pattnaik ji bo balê bibe ser rewşa xirab a mexdûrên erdhejê û xelkê hestiyar bike ji bo alîkariyan bi mexdûran re, peykerek li ser Perava Pûrî çêkir. 

Hunermendê xîz û qûmê yê Hindistanî, Sudarsan Pattnaik bi berhema xwe ya herî dawî bal bire mexdûrên erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyê. Wî li bin berhema xwe jî bi Ingilîzî nivîsand “Join hands to save the earthquake victims” (Destê xwe bidin hev ji bo rizgarkirina mexdûrên erdhejê).

Sudarsan Pattnaik hunermendekî qûmê yê navdar e ku bi berhemên xwe yên li Perava Pûrî ya li Odîşa tê nasîn.

Gava ku wî nûçeya erdhejê bihîst û hêdî hêdî xuya bû ku bi dehhezaran mirov mirine, bi dehhezaran birîndar in û bi dehhezaran di bin xirbeyan de ne, Sudarsan Pattnaik nexwest hema welê ji xwe re li nûçeyan temaşe bike. 

Ev hunermendê navdar ên Hindistanê daket peravê û bi çêkirina vê berhemê hem mexdûr û qurbaniyên gelaketa erdhejê bi bîr anîn û hem jî banga alîkairya bi mexdûran re kir. 

 

Xelata rûmetê wergirtiye

Sudarsan Pattnaik  peykerekî ji xîz û qûmê çêkir li Perava Pûrî ya li Odîşayê. Wê zarokeke di bin xirbeyan de maye xêz kir û li binê wê jî nivîsand “Join hands to save the earthquake victims” (Destê xwe bidin hev ji bo rizgarkirina mexdûrên erdhejê). 

Sudarsan Pattnaik ji ber hostetiya xwe û her wiha ji ber hestiyariya xwe ya beramberî bûyerên civakî xelatgirê “Padma Şrî” ye. Ev xelata hikûmetê ya rûmetê ye. 

Li ser hesabên medyaya dijîtal jî berhem gelekî hat parvekirin û banga ji bo alîkariyê gihand xelkê. Gelek kesan malavahiya Sudarsan Pattnaik kir ji ber ku bal biriye ser mexdûrên erdhejê û ji bo alîkariyê bang li xelkê kiriye.

 

Îlhama xwe ji wêneyê zarokekî wergirt

Hat zanîn ku wêneyekî zarokeke di bin xirbeyan de maye û di heman demê de serê xwişka xwe ya ji xwe piçûktir jî bi destê xwe parastiye, îlham daye hunermend Sudarsan Pattnaik. Ew wêne ji Cindirêsa Efrînê bû û ew zarok piştî 17 saetan sax ji bin xirbeyan hatibû derxistin. 

Huner dikare bi rola xwe rabe

Hunermendên Kurd ên weke Rêbwar Perwîz bi şêwekarî û fotomontajê, û yên weke Jan Jiyan û Aydin amara jî bi konserên xwe hem balê dibin ser rewşa xirab, hem jî ji bo alîkariyê dixwaz dixwazin seferber bikin. Yanî huner di rewşên karesatan de ji bo hevgirtina civakê û hestiyarkirina xelkê beramberî êşên hev jî bi rola xwe radibe, helbet heger hunermend ji bo vê hunerê xwe bi kar bînin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.