• Mihricana Lêlûn a Sînemayê wê ji bêhtirî 2 hezar filman 58´an hilbijêre da ku ji bo her roja Berxwedana Serdemê yekê nîşan bide. Festîval wê roja aştiyê ya cîhanî, yanî 21´ê Îlonê dest pê bike.

Komîna Sînemayê ya Avrîn a Kantona Efrînê, amadekariyên lidarxistina Mihrîcana Lêlûn a Sînemayê li Rojavayê Kurdistanê dike. Ji bo vê komînê 2 hezar û 73 film ji tevahiya cîhanê hatin pêşwazîkirin. Komîteya amadekar tevî pisporan wê ji van filman 58´an hilbijêre. Yanî ji bo her roja Berxwedana Serdemê ya Efrînê wê filmek bê hilbijartin.
MIhrîcan 21`ê Îlonê dest pê dike. Ji 150 dewletên dinyayê filman miracaet kiriye ji bo ku beşdarî festîvala filman bibin.
Hejmara filmên ku heta niha hatine şandin, gihîştiye 2 hezar û 73’an. Ji endamên rêveberiya mihrîcanê, Mesûd Kirad, derhêner Mihîdîn Erselan û derhêner Cangîn Ebdo wê ji nava van filman 58´an hilbijêrin.

2 hezar û 73 film

Derbarê agahiyên kite bi kite yên mihrîcanê de endamê rêveber ê mîhrîcanê û endamê Komîna Sînemayê ya Avrîn, Mesûd Kirad axivî û got: “Ev nêzî meh û nîvekê ye ku em amadekariyên lidarxistina mihrîcanê dikin, û di vê demê de me gelek cureyên filman qebûl kirin. Ev xebat di 15’ê Tebaxê de rawestiya. Me qederê 2 hezar û 73 film ji tevahiya dewletên Ereb û biyanî wergirtin.”

58 film bi wergera Kurdî

Mesûd Kirad, gotinên xwe li ser birêveçûna festîvalê wiha domandin: “Me komîteyek ji bo temaşekirina filman ava kir da ku tenê 58 filman hilbijêre ji bo ku li zimanê Kurdî bên wergerandin da ku şênî bikarin li wan temaşe bikin.”
Cangîn Ebdo jî diyar kir ku mîhrîcan dê 21’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de dest pê bike. Wî her wiha îşaret bi wê yekê kir ku ji bo bibîranîna Berxwedana Serdemê ya Efrînê, ew ê 58 filman hilbijarin, yanî bi qasî hejmara rojên berxwedanê, filman ew ê hilbijêrin. Ebdo bal bire ser wê yekê ku armanca yekemîn a lidarxistina mihrîcanê, veguhastina çandan di navbera herêmê û civakên din de ye.

ANHA/ŞEHBA