HDP 8’ê Sibatê kampanya bernameyeke naverokek tije dide destpêkirin û dirûşma sereke ya kampanyayê jî “Ji Bo Her Kesî Edalet” e. Hevserokên Giştî yên HDP’ê dê bernameyê eşkere bikin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wê bernameyê li Enqereyê eşkere bike. HDP dê bi dirûşma “Ji Bo Her Kesî Edalet” derkeve qadan û der barê pirsgirêkên li Tirkiyê dê perspektîfa çareseriyê ya partiya xwe eşkere bike. Deklarasyona hatiye amadekirin dê ji aliyê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar ve were xwendin.
Wê pêkhateyên HDP’ê hemû di bernameyê de cih bigirin û hevserok, hevberdevk û rêveberên HDK, KCD, siyasetmedarên navdar ên kurd Ahmet Turk, Sirri Sakik beşdarî bernameyê bibin. HDP’ê gelek rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, hunermend û rojnamevan jî vexwend bernameyê.
MA/ENQERE