Stranbêj Kasım Taşdoğan straneke nû ya bi navê “Ziryanim” li ser hesabê xwe yê youtube parve kir.
Kasım Taşdoğan ev stran ji ber helbesta bi navê “Ziryanim” a Remezan Çeper ê ku ev 24 sal in di hepsê de ye, girtiye û kiriye stran. Yanî wî ji helbestê re beste çêkiriye. Her wiha karîkatûrîst Mahmut Ulusan jî ji bo stranê resmek çêkiriye. Mahmut Ulusan jî ev 28 sal in di hepsê de ye.
Kasım Taşdoğan strana xwe diyarî “kesên ku di hepsan de jiyana xwe bihurandine” dike û dibêje ji bilî fikr û ramanên wan, ti sûcekî ku ew pê werin dadgehkirin nîne.
Beşeka piçûk a stranê ev e;
“Ziryan im,
Giliyê li ser têla tembûra têkoşer im
Qiyameta awaza sitranek şervan im
Ziryan im,
Di çavên min de tariyek cangiranî
Ziryan im, wer îmanê ey yezdan”
NAVENDA NÛÇEYAN