Ji bo govendê cezayê disîplînê dan

Pêncşem 12 Îlon 2024 - 01:20

Êrîşên li ser govendgerandinê didomin. Piştî ku li derve hewl tê dayin ku govenda Kurdî were krîmînalîzekirin li girtîgehan jî govenda Kurdan bû mijara sûc û cezayê. Ji bo ku govend gerandine cezayê disîplînê li girtiyên siyasî hate birîn.

Li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Rihayê bi hinceta ku di 15’ê Tebaxê de govend gerandine, cezayên disiplînê dan li 10 girtiyên siyasî. 

 Li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Rihayê bi hinceta ku di 15’ê Tebaxê de govend gerandine, cezayên disiplînê dan li 10 girtiyên siyasî. Lijneya Disiplînê ya Îdareyê bi hinceta “Belasebep stran gotine” derheqê girtiyên siyasî de lêpirsîn da destpêkirin. Girtiyan jî îfade dan û gotin ku gerandina govendê ne qedexe ye. Lijneya disiplînê bi îdiaya “di stranan de peyva Kurdistanê derbas dibe” cezayê mehekê bêparhiştina ji mafê agahîgirtin û bikaranîna amûrên ragihandinê û qedexeya hevdîtinan da 10 girtiyan.  

Girtiyan bi rêya parêzerên xwe li Dadgeriya Înfazê ya Rihayê îtîraz kirin.  

Di heman demê de girtiyên bi navên Îsmaîl Kaplan û Ahmet Yilmaz bêyî agahiya malbatan sewqî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Erzînganê hatin kirin. 

MA/RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.