Ji bo girtiyên Behdînan kampanya
Duşem 1 Adar 2021 - 01:55
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty İnternational) ji bo piştgirî û azadiya 5 rojnameger û aktîvîstên Behdînan ên girtî dest bi kampanya komkirina îmzeyan kir.
16’ê Sibatê, Dadgeha Ceza ya Hewlêrê bi îdiaya “sîxûrî û têkdana aramiya Herêma Kurdistanê” ji bo her yek Şêrwan Şêrwanî, Umêd Seîd, Guhdar Zêbarî, Eyaz Kerem û Harîwan Îsa 6 sal cezayê girtîgehê birî. Ev biryara li Herêma Kurdistanê û derve bû sedema nerazîbûnan.
Amnesty İnternational jî ji bo piştgirî û azadiya 5 rojnameger û aktîvîstên Behdînan ên girtî bi riya înternetê dest bi kampanya komkirina îmzeyan kir.
ROJNEWS/SILÊMANÎ