Fona Filman a Goteborgê ku di bin banê “Festîvala Filman ya Goteborgê” de hatiye damezirandin, diyar kir ku ji bo sala 2021’ê, ew ê piştgiriyê bide projeyên sînemayê û banga tevlîbûnê li sînemageran kir. Fona Filman ya Goteborgê da zanîn ku fona sala 2021’ê ji bo Sûdan, Brezîlya, Ukranya û Kurdistanê hatiye veqetandin. Ji van çar welatan çêkerên filman dikarin bi projeyên xwe miracaetî fonê bikin.
Fona Filman a Goteborgê da zanîn ku ew ê sala 2021’ê ji bo projeyên îsal 400.000 euroyî bide filmçêkerên ji Sûdan, Brezîlya, Ukranya û Kurdistanê. Yanî çêkerên filman dê karibin miracaetî vê fonê bikin. Ji çar aliyên Kurdistanê sînemavan û sînemaçêker dikarin bi çîrokên xwe miracaet bikin.
Ev nêzî 40 salan e ku Festîvala Filman ya Goteborgê piştgiriyê dide filmçêkeran û filmên wan nîşan dide. Rêvebera Festîvalê, Mirja Wester dibêje, “Di van rojên dijwar de piştgiriya ji bo çêkerên filman û afirandina çîrokên nû pirr girîng e.”
Bi alîkariya wezaretê
Fona Filman ya Goteborgê, bi piştgiriya Wezareta Karên Derve ya Swedê foneke navneteweyî daye destpêkirin û bi vê fonê dê piştgiriyê bide çêkêrên filman da ku karibin filmên xwe bibin serî.
Fona Filman a Goteborgê got, “Rewşa pandemiyê li ser kanalên belavkeriyê û her wiha li ser produksiyonên filman bandoreke neerênî çêdike. Rewşa ne diyar a aboriyê û pergala polîtîk jî bivênevê li ser nirxwên demokratîk tesîrekê çêdike û vê qadê dixitimîne.”
Wezareta Karên Derve ya Swedê jî li ser mijarê got, “Li dinyayê hemûyî meydanên demokratîk her diçe tengtir dibin. Bi vê re gefên li ser hunermendan û kesên bi çandê re mijûl dibin jî zêdetir dibin. Em dixwazin bi vê pêngava xwe çapemeniya azad û serbixwe xurttir bikin û ji qadên demokratîk re rê vekin.”
Fona Filman a Goteborgê wê heta 10’ê Hezîranê miracaetan qebûl bike. Agahiyên berfireh li ser malpera li jêr peyda dibin:
https://goteborgfilmfestival.se/?switch=true
NAVENDA NÛÇEYAN