HPG'ê ragihand ku 28'ê Adarê li herêma Gabarê, li dijî yekîneyeke artêşa Tirk a dagirker gerîlayên wê çalakî li dar xistiye û di encamê de yek jê fermandarê yekîneyê, 3 dagirker hatine kuştin. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye: "Dewleta Tirk a dagirker 28'ê Adara 2021'ê roja salvegera şehadeta fermandarê me yê mezin hevrê Egîd (Mahsûm Korkmaz) li cihê ku lê şehîd bû li herêma Gabarê dest bi operasyoneke berfireh kir. Hêzên me ev dagirker xistin bin kontrola xwe û cihê yekîneyeke dagirker tesbît kir. Hêzên me li dijî vê yekîneya dagirker çalakî li dar xist û ji cihekî nêz ve derb li dijmin xistin. Artêşa Tirk ragihand ku tenê yek ji wan hatiye kuştin, lê belê ev agahî nerast e. Di encama vê çalakiyê de yek jê fermandarê payebilind ê vê yekîneya dagirker, bi giştî 3 dagirker hatin cezakirin. Dagirkeran kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakirin û neçar man ku 31'ê Adarê ji herêmê vekişin. Ev çalakî ji bo bibîranîna fermandarê me yê mezin hevrê Egîd hate lidarxistin."

ANF/BEHDÎNAN