- DGH û DGK-H’ê ji bo bîranîna şehîd Egîd Civyan gelek çalakî li dar xistin,
DGH û DGK-H’ê ji bo bîranîna şehîd Egîd Civyan gelek çalakî li dar xistin; wan got, ew ê hesap ji desthilatdariya AKP-MHP’ê û hevkarê wan bipirsin.
DGH û DGK-H’ê ji bo bîranîna Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê û Fermandarê Qada Botanê Egîd Civyan ev çalakiyên li jêr li dar xistine:
7’ê Cotmehê saet 23.00’an, li Taxa Ferîdûnê bi bombeyên bi destan hatine amadekirin, li alaya leşkerî hate xistin.
10’ê Cotmehê li dijî stasyona bazê ya li Fîdankentê çalakiya sabotajê hatiye lidarxistin û stasyona bazê îmha bûye.
13’ê Cotmehê saet 09.30’î li Taxa Baglarê li wesayîta kesekî AKP’yî hate xistin û bi bombeyên destan hatine amadekirin li mala wî kesî hate xistin.
17’ê Cotmehê jî saet 21.00’ê li sîteya sanayiyê bi bombeyên bi destan hatine amadekirin li wesayîta zirxî ya Ûralê hate xistin. Di çalakiyê de wesayîta zirxî derb xwar û hejmara dagirkerên hatine cezakirin, nehate zelalkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN