Ji bo Egîd Civyan
Çarşem 14 Cotmeh 2020 - 16:00
- Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sakîne Cansiz li Wan û Amedê li hedefên leşkerî xistin. Li Êlihê jî wesayiteke çêkirina rê ya qeyûm hate îmhakirin.
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sakîne Cansiz li Wan û Amedê li hedefên leşkerî xistin. Li Êlihê jî wesayiteke çêkirina rê ya qeyûm hate îmhakirin. Hate ragihandin ku çalakî ji bo bîranîna Egîd Civyan hatine lidarxistin.
Di daxuyaniyê de agahî li ser çalakiyan hat dayîn:
"13'ê Cotmehê çawişekî pispor ê jendermeyan ê tîmên taybet, li navçeya Artemêtan a Wanê hate cezakirin.
12'ê Cotmehê li bajarokê Sixkê yê Wanê li dijî klûbeyeke leşkerî bi teqemeniyan çalakî hate kirin, klûbe hate şewitandin.
Li kolana Ayaz 1 a taxa Yenî ya Wanê bi teqemenî û çekan li dijî wesayiteke dewriyeyê çalakî hate kirin.
Li taxa Hîlal a Êlihê wesayiteke çêkirina rê ya qeyûm hate şewitandin û îmhakirin.
11'ê Cotmehê li navçeya Farqînê ya Amedê li dijî du nuqteyên yekîneya leşkerî çalakiya bi bombeya deng hate lidarxistin."
NAVENDA NÛÇEYAN