Ji bo edaletê hevgirtin

Çarşem 7 Tîrmeh 2021 - 04:53

Malbata Şenyaşar diyar kir ku edalet wê bi hevgirtinê pêk were û bang li raya giştî kir da ku xwedî li doza wan derkeve.

Emîne Şenyaşar a ku parêzvan û xizmên parlamenterên AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjînê wê û du kurên wê kuştibûn, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di êrişê de birîndar bûyî, li pêşiya Dadgeha Rihayê dest bi “Nobeta Edaletê” kiribû. Çalakiya wan îro kete roja 121´ê. 

Berxwedêra Yukselê, Merve Demîrel, tevî Fîlîz Ozçelîk a ku dayika wê Edîbe Ozçelîk 21’ê Çileyê 2020’an li Samandaga Hatayê di serdegirtina malê de dilê wê sekinîbû, doh çûn serdana malbata Şenyaşar. Demîrel di çalakiya nobetê de axivî û got: “Em dizanin ev serdan hêzê dide malbatê. Em bang li her kesî dikin da ku werin serdana malbatê û li daxwaza wan a edaletê guhdarî bikin.”

Fîlîz Ozçelîk jî diyar kir ku ew hefteyê 2 rojan li Parka Abdullah Comert û li pêşiya dadgehê Nobeta Edaletê digirin û got, “Têkoşîna me kete hefteya 71’ê. Em ji her kesî edaletê dixwazin. Em hatin serdana berxwedana malbata Şenyaşar. Ez bawer dikim wê gelê me di berxwedanê de bibe yek.”

Ferît Şenyaşar jî got, “Em bi hevgirtinê li vir in. Ev hevgirtin roj bi roj mezin dibe. Ji bo hevgirtinê em bang li her kesî dikin.” 

RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.