Ji bo edaletê dozek

Duşem 3 Gulan 2021 - 06:46

  • Umm Sayyaf payebilindtrîn jina di nava DAIŞ'ê de bû. Ew îro li Başûrê Kurdistanê girtiye. Li ser navê 5 jinên Êzîdî yên ku li mala wê weke kole hatibûn girtin, parêzera mafê mirovan Amal Clooney li DYE'yê doz vekir.

Li gorî nûçeya rojnameya Ingilîz The Telegraphê,  Amal Clooney doz li DAIŞ'iya payebilind a êsîrker ji ber sûcên li dijî Êzîdiyan vekir. Rojnamevan Josie Ensor li ser mijarê nûçeyeke berfireh nivîsandiye. 

Sefîra Neteweyên Yekbûyî û parêzera ku bi dozên mafê mirovan dadikeve, Amal Clooney li ser navê 5 jinên Êzîdî li dijî jina herî payebilind a DAIŞ'î doz vekir. Ev doza yekê ya bi vî rengî ye li DYE'yê. 

DAIŞ'ê her pênc jinên ku Clooney parêzeriya wan dike, di dema fermana 3'yê Tebaxa 2014'an de ji Şengalê revandibûn. 

Ev ê bibe dozeke sivîl ji ber ku ne dozgerî, lê aliyekî ji derveyî dewletê dozê vedike. Dozeke bi vî rengî di dîroka Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) de jî ev cara ewilî ye tê vekirin. Doz çû ber destê Dadgeha Wilayetê ya Rojhilatê Virginiayê. Doz li dijî Nisrîn Assad Ibrahim Bahar e ku weke “Umm Sayyaf” navdar e. Ew bi kolekirina li mala xwe ya her pênc jinan tê gunehbarkirin. 

Dewletan û NY'ê berpirsiyariyên xwe bi cih neanîn

Hêzen Delta yên artêşa DYE'yê Umm Sayyaf sala 2015'an girtibûn û ew niha li Başûrê Kurdistanê girtiye. Hingê mêrê wê Ebû Sayyaf, yanî berpirsê sereke yê maliyeya DAIŞ'ê hatibû kuştin. 

Amal Clooney ji rojnameya Ingilîz re gotiye, “Doza ceza ya li DYE'yê yekane rê ye ji bo hesabpirsîna ji Umm Sayyaf ji ber sûcên hovane yên li dijî muwekilên me. Jixwe, ji niha ve, ew zêde zêde li benda roja xwe ya li dadgehê sekinîne."

Amal Clooney berê gelekî hewl da, da ku Dadgeha Ceza ya Navneteweyî çeteyên DAIŞ'ê dadgeh bike, û hikûmetên dewletan û Neteweyên Yekbûyî (NY) jî gunehbar kir ji ber ku bi ya wê, wan nekarî çeteyên ji ber qirkirina miletekî berpirsiyar in, bînin pêşberî dadgehê û hesab ji wan bipirsin. Bi kurtî ew dibêje wan nekarî edaletê pêk bînin.

Tevî ku NY'ê sûcên DAIŞ'ê li dijî Êzîdiyan weke qirkirin qebûl kiriye, dozên li dijî DAIŞ'iyan ji ber vî sûcî bi taybetî nayên dadgehkirin. 

Sîstema destavêtinê bi rê ve dibir

Malbata Sayyaf jinên Êzîdî li mala xwe ya li Şedadiyê kirin kole, di nava wan keça yekê ji wan jinan a 15 salî a bi navê Inas jî hebû. Ji bilî wan xebatkara alîkariya insanî ya Emerîkî, Kayla Mueller jî li heman malê kole bû. Umm Sayyaf bi xwe, ev jin û keç bi rêkûpêk hazir dikirin da ku serekçeteyê DAIŞ'ê el-Bexdadî dest biavêje wan. Kayla Mueller hat kuştin, û herçî Inas e, heta îro jî aqûbeta wê ne diyar e. 

DYE çima dest nade vê DAIŞ'iyê?

Li gorî îdîayan Umm Sayyaf a îro 31 salî, ji bo tesbîtkirina cihê el-Bexdadî bi CIA'yê re hevkarî kiriye; û ew heta îro jî ji bo van sûcên hanê, derneketiye pêşberî dadgehê, ti hesab jê nehatiye pirsîn.

Rojname bi bîr dixe ku hikûmeta DYE'yê sala 2015'an dozek ji ber alîkariya maddî ya ji bo DAIŞ'ê li Umm Sayyaf vekiribû, lê ji hingê ve ew doz jî her cemidiye û ti deng jê dernakeve.

Li gorî Daniel McLaughlin ê li Navenda Edalet û Hesabpirsînê parêzer e, “Tevî ku eşkere ye beşdarî qirkirina li dijî Êzîdiyan bûye, dozgerên DYE'yê ti carî ji ber binpêkirinên mafê mirovan ên wê kirî, doz li wê venekir."

Aliyekî din ê meseleyê ew e ku tevî ku dozeke ceza li dijî wê beriya pênc salan hatiye vekirin, DYE'ê ne doz berfireh kiriye û ne jî ji rayedarên Başûrê Kurdistanê xwest Umm Sayyafê ji bo dadgehkirinê bidin wê.

Gelo ev doza sivîl wê vê helwêsta rayedarên DYE'yê biguherîne û bike ku DAIŞ'yeke payebilind ji ber qirkirina Êzîdiyan bê cezakirin?Eem ê di dewama dozê de bibînin. 

NEW YORK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.