119 kesayetên Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevpar diyar kirin ku şerê birakujiyê plana dijmin û dagirkeran e û banga diyalogê kirin.
Nerazîbûna li dijî sewqiyata hêzên PDK'ê ya ber bi qadên gerîla ve dewam dike. Di vê çarçoveyê de Eniya Nîştimanî ya Germiyan bi piştgiriya

119 kesayetan daxuyaniyek da û banga aştî û diyalogê kir. Di daxuyaniyê de ya bi navê 'Na ji şerê birakujî re' wiha tê gotin; "Roj bi roj metirsiya lêdana du hêzên hevziman û bira ku PDK û PKK’ê ye zêdetir dibe. Şerê birakujî planekî dijminê gelê Kurdistanê ye. Dijmin timî xwestiye navbera me xera bikin û destê bira bixe nava xwîna bira. Di dîrokê de li her çar parçeyên Kurdistanê hêzên Kurd li herêmên xwe hinek car destê aştiyê ji bo hikûmetan dirêj kiriye û gav avêtine. Ti sedemek nîne ku bira guftûgo nekin û li ser xalên nakok li hev nekin."
Di daxuyaniyê de îşaret bi metirsiya DAIŞʼê jî tê kirin ku roj bi roj li Kerkûk, Duz Xurmato û herêmên din zêde dibe.

NAVENDA NÛÇEYAN