Ji bo dîtinê bi hezaran sedem hene
Şemî 26 Tîrmeh 2025 - 03:40
Endamên Înîsiyatîfa Insisting On Freedom (Em ji bo azadiyê israr dikin) ku ji ciwanên Ewropî pêk tê, ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê dan. Ciwnanên hefeteyekî li Tirkiyeyê rêzecivînan li dar bixin. Gios û Vicidomini yê endamê Rêxistina Ciwanan a Partiya Sinistra Italiana (UGS) ye û Martina ya ku endama Internationalist Youth Commune (Komuna Ciwanan a Enternasyonalîst) ye, ku li Îtalyayê dijîn der barê serlêdanên xwe û pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurd de axivîn.
Martina, diyar kir ku ew li Îtalyayê di nav hewldanên rêxistinkirina civakî de ne, nexasim din ava xebatên rêxsitinkirina ciwan û jinan de dixebitin, got:"Em bi kesên di astên cûda yên civakê de jî gelek hewldanên rêxistinkirinê dikin. Li zanîngehan, li gundan û li taxan hewldanên me yên rêxistinkirinê hene. Em van çalakiyan li gorî pêdiviyên sosyolojîk û civakî dimeşînin. Em wan fêm dikin û li gorî wê xwe rêxistin dikin."
Ew bi nirxên mirovahiyê re ye
Martina, qala nasîna xwe ya bi Rêber APO û têkoşîna Kurdan kir û got:"Gelek kesan li Îtalyayê bi rêya hevalên ku tevlî partiyê bûn û şehîd bûne, Rêber Apo naskirin. Wan bi rêya hevalên enternasyonalîst ên wek Heval Tekoşer ê ku beşdarî Şoreşa Rojava bû, naskirin. Ji ber vê yekê civak bêtir bi Rêber Apo û tevgera azadiyê nas kiriye. Ez bawer dikim ku raman û bîrdoziya Rêber Apo bi nirxên mirovahiyê ve girêdayî ye. Mijara avakirina sosyalîzmê pir girîng e. Ew bingeha sosyalîzmê bi azadiya jinan ve dinirxîne. Azadiya jinan di bingeha sosyalîzmê de ye. Azadiya jinan ji bo avakirina jiyaneke azad wekî bingehîn dihesibîne."
Bandora wî gav bi gav mezin dibe
Martina, diyar kir ku li Ewropa û cîhanê bi eleqeyek mezin Ocalan û paradîgmaya wî tê şopandin û got:"Li Îtalyayê jî bandora wî gav bi gav mezin dibe. Paradîgma belav dibe. Ji ber vê yekê, mirov bêtir xwe birêxistin dikin. Rêxistinên sosyalîst jî li ser vê bingehê xwe birêxistin dikin. Ev bandor hîn bêtir mezin bûye, nexasim piştî şoreşa Rojava. Lewre bi saya pratîka şoreşa Rojava, armanca tevgerê şênber bû." Martinayê sedemên hevdîtina xwe ya bi Rêber APO wiha rave kir:“Hevdîtina bi Rêber Apo re wê ji bo me bibe firsendeke mezin. Ji bo hevdîtînê bi hezaran sedemên me hene. Mînak ez dixwazim bi wî re enternasyonel a nû gotûbêj bikim. Herwiha ez dixwazim bi wî re erkên vê demê nîqaş bikim. Em wek enternasyonalîst dikarin çi bikin, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de dikarin roleke çawa bilîzin, rola ciwanan ez dixwazim pê re gotûbêj bikim.”
Ya esas azadiya wî ya fizîkî ye
Martinayê her wiha bal kişand ser gavên ku divê dewlet di vê qonaxê de biavêje û diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Ocalan gava herî girîng e û got:"Ev gaveke pir girîng û pêwîst e ji bo ku ev pêvajo bi ser bikeve. Em her wiha daxwaz dikin ku azadiya wî ya fîzîkî bê misogerkirin. Ji bo ku ev pêvajo li ser bingehek saxlem bimeşe, divê derfeta jiyana azad ji mirovan re bê dayîn. Divê dewleta Tirkiyeyê nasnameyên cuda nas bike." Vicidomini, li ser daxwazên hevdîtinê û armancên xwe axivî û got:"Ez parçeyeke ji rêxistina ciwanan im. Rêber li ser 'rola ciwanan di avakirina civakê de' dixebite. Li gorî fikra min ev pir girîng e. Girîngiya ku ew dide rol û mîsyona ciwanan di xebata wî de diyar e. Ez dixwazim vê yekê bi wî re di vê çarçoveyê de nîqaş bikim. Ez dixwazim bi taybetî li ser têgihîştina wî ya têgeha azadiyê û ka ew çawa wê fêm dike gotûbêj bikim. Ez dixwazim li ser ramanên wî yên li ser belavkirina enternasyonalîzmê li seranserê cîhanê û rola ciwanan gotûbêj bikim.”
MA/MEHMET ASLAN