Desteya Wezîran a Herêma Kurdistanê ji bo kontrolkirina deriyên sînor, Wezareta Karên Hundir û Wezareta Pêşmeregeyan erkdar kir. Herwiha xalên sereke yên reşnivîsa yekem a projeya budceya Herêma Kurdistanê pêşkêş kir.

Desteya Wezîran a hikûmeta Herêma Kurdistanê îro civiya. Piştî civînê daxuyanî hate dayîn.

Li gorî daxuyaniyê di civînê de bi navê Desteya Wezîran pîrozbahî li Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî Kemal Etrûşî ku li parlamentoyê wezîrtiya wî hate pejirandin hate kirin.

Desteya Wezîran a Herêma Kurdistanê ji bo kontrolkirina deriyên sînor Wezareta Karên Hundir û Wezareta Pêşmeregeya erkdar kir. Herwiha xalên sereke yên reşnivîsa yekem a projeya budceya Herêma Kurdistanê pêşkêş kir.

ROJNEW/HEWLÊR