Ji bo darvekirinê şahidî
Çarşem 19 Gulan 2021 - 06:05
Derket holê ku Berpirsê Fermandariya Pêşmergeyên PDK’ê ya Şengalê Qasim Şeşo, 10 çekdarên xwe di dema darizandina 4 ciwanên Êzîdî de wekî şahid nîşan dane û rê vekiriye ku cezayê darvekirinê li wan bê birîn.
Di 26’ê Îlona 2020’an de 2 xortên ji eşîra Şemir, li ser rêya navbera Til-Izêr û Şengalê hatibûn kuştin. Piştî bûyerê, di heman rojê de 4 ciwanên Êzîdî ku temenê wan di bin 20 saliyê re ne, ji aliyê hêzên Iraqê ve bi îdîaya kuştina 2 ciwanên eşîra Şemir hatibûn girtin. Dadgeha Ceza ya Musilê di 21’ê Nîsana 2021’an de derbarê 4 ciwanên Êzîdî de biryara bidarvekirinê da. Li ser biryara dadgehê xelkê Şengalê xwepêşandanên nerazîbûnê lidar xistin, diyar kirin ku 4 ciwan bêsûcin û bang li rayedaran kirin ku lêkolînek rast were kirin û edalet bê bicîhanîn.
Dîmeneke ku derketiye holê, van daxwazên xelkê Şengalê zêdetir mafdar derdixîne.
Di 16’ê gulanê (2 roj berê) Berpirsê Fermandariya Pêşmergeyên PDK’ê ya Şengalê Qasim Şeşo seredana Bajaroka Rebîa dike û li gel yek ji serokên eşîra Şemer Manea Ecîl Yawer hevdîtinê pêk tîne. Di hevdîtinê de Yawer dibêje, Qasim Şeşo di girtina 4 ciwanên Êzîdî de alîkarî kiriye, her wiha di dema darizandina wan de 10 çekdarên xwe li dijî 4 ciwanan wekî şahid li dadgehê amade kirine û spasiya Şeşo dike.
ROJNEWS/ŞENGAL