Ji bo CPT’yê nameyeke navnetewî

Çarşem 17 Nîsan 2024 - 00:49

  • 91 kesayet û saziyan bi nameyekê ji CPT’yê xwestin ku heyetekê bişîne Imraliyê û ji bo ku malbat û parêzer bikaribin Ocalan bibînin hewl bide.

Tora Piştevaniyê ya Navneteweyî ku kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' da destpêkirin, ji Serokê CPT Dr. Alan Mîtchell re nameyek nivîsî. Tora Piştevaniyê ya Navneteweyî rewşa li Îmraliyê careke din bi bîr xist û bang li CPT kir ku bikeve nava liv û tevgerê.

Dixwazin Imraliyê bikin darbest

Li gel çalakiya ku li bajarê Strasboûrg ê Fransayê hate destpêkirin, ji Serokê Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) Dr. Alan Mîtchell re nameyek hate şandin. Di nameyê de ku 91 kesayet û saziyên ku piştgirî dan kampanyayê mohra xwe danîn binî, işaret bi tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hate kirin û hate gotin, di nava 36 mehên dawî de hewl tê dayin ku Îmraliyê bikin darbestek. Di nameyê de hate bibîrxistin ku Rêber Ocalan niha 75 salî ye, 25 sal in di nava tecrîdeke giran de dîlgirtî ye û 3 sal in jî li ser mijara tenduristiya wî agahî jê nayê wergirtin. Lewma jî bang li CPT hate kirin ku bikeve nava liv û tevgerê.

Di nameyê de hate bibîrxistin ku CPT xwedî wî mafî ye ku serdana hemû girtîgehên li Tirkiyeyê bike û jê hate xwestin ku di çarçoveya xala 3'yemîn a Peymana Konseya Ewropayê de heyetekê bişîne.

Heyetê bişînin Imraliyê

Di nameyê de hate xwestin ku CPT destpêkê heyetekê bişîne Îmraliyê û piştre jî bikeve nava hewldanan ku parêzer û malbata Abdullah Ocalan karibin pê re hevdîtinê bikin. Di dawiya nameyê de hate destnîşankirin ku gaveke bi vî rengî wê ji bo nirxandina meseleya mafên mirovan ên lezgîn ên ji bo bi milyonan Kurdan bibe alîkar û di heman demê de ji bo peydakirina çareseriyeke aştiyane ya meseleya Kurd ruhê lihevkirinê bê nûkirin.

Di nav îmzekaran de ji gelek welatên cîhanê, nivîskar, rewşenbîr,rojnamevan, hiqûqnas, siyasetmedar, şaredar, nûnerên sendîkayan, nûnerên partiyên siyasî hene.

ANF/STRASBOURG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.