Ji bo ‘Çawa bijîn’: Entegrasyona demokratîk
Çarşem 12 Mijdar 2025 - 03:35

- Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ji dema koma ewilî heya îro timî fikra jiyana bi hev re parast. Lê belê ev jiyana bi hev re, ne koletiyeke ku ji aliyê sîstema kapîtalîst ve tê ferzkirin; jiyaneke welê ye ku her kes, her beşên civakê bi rengên xwe di nav de ye, xwe îfade dike.
Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ji dema koma ewilî heya îro timî fikra jiyana bi hev re parast. Lê belê ev jiyana bi hev re, ne koletiyeke ku ji aliyê sîstema kapîtalîst ve tê ferzkirin; jiyaneke welê ye ku her kes, her beşên civakê bi rengên xwe di nav de ye, xwe îfade dike. Ev feraset weke bersiva pirsa ‘divê şoreş çawa bê bijîn?’ derdikeve holê, di heman demê de encamek bû. Ji ber ku di Rêber Apo de fikra şoreşê, ji têkbirina desthilatdariyê wêdetir tê wê wateyê ku civakê ji fikrên qirêj, şaş û bi pirsgirêk rizgar bike. Lewma şoreş weke rêxistinbûna jiyaneke nû hate têgihiştin. Hema bêje her demê gava behsa parastina jiyaneke bi hev re û azad dihat kirin, hêza li hemberî wan serî li êrîşên asîmîlasyon û qirkirinê ya li ser esasê zordariyê dida, ev yek bû sedem ku ji bo berxwedanê zoriyê bi kar bînin. Lê belê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê di her demê de bi israr diyar kir ku bikaranîna zoriyê neçariyek e, amûreke ji bo têkoşîna jiyaneke rast e. Bi pênaseya Alîkarê Fermandariya EZLN’ê Marcos:“Ji bo nebin leşker, leşkerî kirin.”
Fêmkirina rast a dîrokê û li ser zemînekê rast fêrbûn, îro bi fêmkirina rast a pratîka Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û Rêber Apo pêkan e. Rêber Apo di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de têgeha entegrasyonê bi zimanekî vekirî diyar kir, ev yek ne tenê qanûna derbasbûnê yan jî sererastbûneke ku ji bo demek kurt were bicihanîn. Qanûnên derbasbûnê tenê lingekî entegrasyonê çêdike. Entegrasyona demokratîk yek ji bingehên rêxistinbûna dema nû ya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ye. Ji ber ku eger di pênaseya Rêber Apo ya ‘komun’ de û di têgeha ‘demokrasiya muzakerevan’ de, ev qanûnên entegrasyonê bên bicihanîn wê serketin mîsoger bibe. Eger beriya em werin vir, di pêvajoya pêşketina îdeolojiya Rêber Apo de pênaseya wê bi vekirî nehatibe kirin jî em li pêvajoya pêşketina vê wateya entegrasyonê binêrin. Pirtûka ‘Çawa bijî?’ ya bi du beşî, ji dahûrandinên Rêber Apo yên sala 1980’an hate berhevkirin û di destpêka salên 1990’an de hate weşandin. Ev pirtûk bi gotinên ‘Xwe gihandina tarzê îfadeyê, uslub û xîtabên sîstem û têkiliyên nû; her roj hilweşandina tişta kevn û jinûve avakirin, jiyaneke romanî ye’ destpê dike. Timî hilweşandina tişta kevn û ya nû li şûna wê bicihkirin, di dîroka îdeolojîk a Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û Rêber Apo de pîvaneke girîng e. Dema pênaseyên rexne-rexnedayînê hate nasandin ku yek ji bingehên herî girîng a pêşketina Tevgera Azadiyê ye, Rêber Apo got, ‘Eger hûn çareseriya pênase û rewşên ku hûn rexne dikin, nehilberînin wê rexneyên we ji bo dijmin bi sûd be’. Bi vî rengî ji roja ewilî û şûnde nîşan daye ku her tim li ya nû û rast digere.
Şoreş ji bo pirsa ‘çawa bijî’ bersiv e
Rêber Apo ku pir girîngî dide pirsa ‘çawa bijî’, diyar dike ku guhertineke di cewherê Kurdistanê de bi hewldana şoreşgerî pêkan e û wiha dibêje:“Li Kurdistanê hêza mirov bi hewldana şoreşgerî destpê dike. Hewldana şoreşgerî hêz çêdike û ev hêz îradeyê çêdike. Îrade jî cesaret dide têkiliyeke wisa. Ez bawer dikim ku hezkirin divê wisa destpê bike. Hezkirin ne li gorî saziyên sîstemê û hêza ku ew didin te; divê li gorî hêza te ya ji bo pêşxistina şoreşê destpê bike. Helbet weke min gotî, ev nagihije serketinê. Ji ber ku sîstem bi xwe astengiyek mezin e.” Û îfade dike ku divê mirovekî nû çawa be. Rêber Apo ji bo pirsa ‘çawa bijî’ di salên 1990’î de dest bi lêgerînê kir, bi Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a sala 2025’an nivîsandî bersiv daye; nîşan daye ku divê jiyaneke çawa hebe û jiyana nû hingî rast, şoreşgerî û exlaqî be wê li ser piyan bimîne. Rêber Apo di civîna çapemeniyê ya ewilî ya têkildarî agirbesta ewilî ya sala 1993’yan de, ev tişt got:“Bûyîna yek, ne dijberê serbixwebûnê ye. Pirsgirêka bingehîn a heyî ya hemû neteweyan ne ragirtina li nava sînorên netewperestiyê ye, pirsgirêk ew e ku ji bo parastina berjewendiyên serxwebûnê yekîtiyê nikarin biafirînin. Lewma lêgerîna me ya yekîtiyê ya bi gelê Tirkiyeyê re ku xwe dispêre azadî û wekheviya gelê Kurd a li nava sînorên heyî, divê bi rengê 'dijberiya li serxwebûnê' neyê şîrovekirin.” Ev nirxandina ku li qadeke şer a herî dijwar hatî kirin, erêkirina îdeala jiyana bi hev re û hevpar e.
Divê gelê tirk rast nêzî entegrasyonê bibe
Roportaj û analîzên di demên ku Rêber Apo bi israr behsa aştî, jiyana hevpar û bi hev re, avakirina siberoja azad dikir de hatine çêkirin, nîşan dide ku di rastiyê de ne gelê Kurd, bi temamî gelê Tirk, rêxistin û nûnerên wê ji vê pêvajoyê re ne amade ne. Li kêleka nêzîkatiyên faşîst a rêveberên dewletê, çêker û rêxistinên ku îdîa dikin wê ji gelê Tirkiyeyê re bibin hêvî û ji wan re jiyaneke azad ava bikin, Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê biçûk dibînin û îro bûne sedem ku gelê Tirk ji feraseta faşîzmê rizgar nebe. Roja îro her çendî ku hêviya gelên Tirkiyeyê ji bo aştî û jiyana hevpar hebe jî, çêkerên ku vê ji wan re bêjin bi israr nêzîkatiyeke mêtinger raber dikin û Kurdan biçûk dixin, wan weke ‘xwişk-birayê biçûk’ ê aqil bide dibînin û bi israr nêzîkatiyeke elîtîst ku gelê Kurd ti carî nabe xwedî zanebûneke sosyalîst, raber dikin. Lewma gel neçar tên hiştin ku xwe bispêrin hêsankariya faşîzmê. Qanûnên entegrasyona demokratîk, di rastiyê de ji bo Kurdan na, ji bo civak û gelên Tirkiyeyî girîng e. Bi vegotineke rast û rêxistinbûneke rast, gelên Tirkiyeyê dizanin ku di pêvajoya ku bi entegrasyona demokratîk destpê kirî de wê demek nû destpê bike û li dijî pergala zextê ya dewletê wê berxwedan û rêxistinbûneke mezin jî pêk were. Îro komkujiyên jin, zarok û lawiran; di bingehê mêtingerî û xizaniya li civakê hatî ferzkirin de, ferasata avakirina civakek ezezî û gelên Tirkiyeyê ji îdeala jiyana hevpar dûr bixe, heye. Çareseriya vê jî wê bi vê yekê pêkan be ku rêxistinên demokratîk û sosyalîst ên Tirkiyeyî ji gelan re rastiya hevparî û entegrasyona demokratîk vebêjin.
NAVENDA NÛÇEYAN













