Hevserokê Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî yên bi Malbatên Hikumxwar û Girtiyan re ya Medê (MED TUHAD-FED) Zekî Baran tecrîda li Îmraliyê nirxand û got, li Tirkiyeyê gelek krîz hene, çareserî jî pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e. Zekî Baran got, “Êdî divê ne tenê tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin divê azadiya wî ya fizîkî jî pêk bê.”
Ji Ajansa Mezopotamyayê (MA), Mujdat Can bi Zekî Baran re peyiviye. Zekî Baran bi bîr xist ku Rêber Abdullah Ocalan 24 sal in di bin tecrîdeke giran de ye û ev 27 meh in bi ti awayî agahî jê nayên wergirtin. Zekî Baran got, desthilat bi polîtîkaya tecrîdê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hem bi awayekî fizîkî hem jî psîkolojîk zextê dike û desthilata dewleta Tirk hebûna xwe li ser tepisandinê û zextên li ser civakê ava dike.
Fikr di tecrîdê de ne
Zekî Baran, anî ziman ku esas fikrên Rêber Abdullah Ocalan ten tecrîdkirin: “Fikrên birêz Abdullah Ocalan, perspektîfa wî ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û di encama vê perspektîfê de rastiya di bingehê demokratîkbûna Tirkiyeyê de derkeve holê, wê dawiyê li desthilata heyî û pergala ji destpêka komarê ve xwe li ser nehesibandinê ava dike jî bîne.
Birêz Ocalan ne tenê ji bo Kurdan di statuya rêberê gel de ye, êdî di statuya rêberê gelan de ye. Tecrîd li dijî daxwaza Kurdan a xwerêvebirinê ye. Bi geşedanên siyasî yên dawî re negirtina agahiyan ji birêz Ocalan, civakê, Kurdan û gelên Rojhilata Navîn ber bi krîz û şeran ve dibe.”
Civak bêhnê distîne
Baran, anî ziman ku rêxistinên sivîl ên civakî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û partiyên siyasî li dijî tecrîdê ne hestiyar in û got, “Dema bi birêz Ocalan re têkilî hate danîn, weke muxatebê pirsgirêkên civakî li nihêrîna wî hat pirsîn, me bi dehan caran dît ku civakê çawa bêhna xwe da. Bi taybetî civaka Kurd, saziyên demokratîk ên Kurd, partiyên siyasî ji 7 salî heta 70 salî ne tenê ji bo rakirina tecrîdê divê ji bo azadiya fizîkî kar bikin.”
Divê zextê li desthilatê bikin
Zekî Baran di dawiyê de xwest her kes kar bike da ku zextê ji bo rakirina tecrîdkirina Ocalan li dewleta Tirk bike: “Divê herkes têkildarî tecrîdkirina birêz Ocalan, zextê li desthilatê bike, di raya giştî ya cîhanê de dengekî derxîne û di encama vê yekê de divê azadiya fîizîkî ya birêz Abdullah Ocalan pêk bê.”
AMED