Gerîlayên YJA Starê ji bo bîranîna Şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) rêzeçalakî li dar xistin. Di çalakiyan de 3 dagirker hatin cezakirin.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye: "Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê; 28'ê Hezîranê li dijî çeperên dagirkeran ên li ser Girê Şehîd Serdar, hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran çalakî li dar xistin. Herçî hejmara kuştî û birîndaran nehat zelalkirin, lê kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ji herêmê birin.
D çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de; 27'ê Hezîranê li herêma Avaşînê sîstema kameraya mobesse ya artêşa Tirk a dagirker a li ser Girê Şehîd Kamûran ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate îmhakirin. Heman rojê li navçeya Geverê ya Colemêrgê li dijî dagirkerên li ser Girê Îxanetê yê ser bi qereqola Wargenima, hêzên me yên YJA Starê çalakî li dar xistin. Derb li 2 kozikên li ser gir hate xistin û di encamê de herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin, gelek dagirker jî birîndar bûn.
Ev çalakiyên ku di çarçoveya pêngavên şoreşgerî de hatin lidarxistin û derbên giran li dagirkeran xistin, ji bo bîranîna fermandara me ya nemir hevrê Şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) hate kirin.”
ANF/BEHDÎNAN