- Berpirsa Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Kesk a Demokratîk Şîrîn Ebas got, wan bi armanca bibîranîna 121 şehîdên Pêngava Gurzê Gelan hemle li dar xistiye.
Partiya Kesk a Demokratîk, tevî Meclisa Malbatên Şehîdan û PYD`ê, hemleya çandina daran bi dirûşma “121 dar ji bo bibîranîna şehîdên destana Gurzê Gelan” da destpêkirin. Hemle doh gihişt goristanên şehîdan ên li Hesekê.
Doh ji berê sibehê û pê ve beşdarên hemleyê, dar li Goristana Şehîd Dijwar û Goristana Şehîd Şerjî yên li Hesekê çandin. Nûnerên saziyên civaka sivîl ên bajêr, partî û malbatên şehîdan tev li çalakiyê bûn.
Berpirsa Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Kesk a Demokratîk Şîrîn Ebas got, wan bi armanca bibîranîna 121 şehîdên Pêngava Gurzê Gelan hemle li dar xistiye.
Wê her wiha got, wan li goristana Qamişloyê û îro goristanên kantona Hesekê dar çandine û ew ê di çend rojên bê de, li goristanên kantona Kobanê jî daran biçînin.
ANHA/HESEKÊ