Dr. Neman Xefûrî ya 52 salî 1'ê Nîsanê li nexweşxaneyeke li paytexta Swêdê Stockholmê ji ber ku bi Covid-19'ê ketibû, wefat kir. Wê salên xwe yên dawiyê bi alîkariya saxfilitiyên fermanê yên li Başûrê Kurdistanê re bihurand. Nexasim jî ji bo jin û zarokên revandî bigihîne xizmên wan gelekî xebitî. Doh New York Timesê rûpelekî sax jê re veqetand. Hevala wê Jane Arrafê li ser nivîsand. 

Dr. Nemam Ghafouri (Xefûrî) salên 1960'î de, gava ku dêubavên wê ji ber rejîma Iraqê reviyan ew di ikeftekê de hatibû dinê.  Di dema Enfalê de malbata wê li Swêdê bû penaber. Dr. Xefûrî li wir tib xwend. Ew bû ceraheke dil û demaran. Ew bedarî xebatên alîkariyê li Hindistan û Etîyopyayê bû. Gava ku ji Rojava û ji deverên din ên Kurdistanê û Iraqê penaberan berê xwe da Başûrê Kurdistanê ew vegeriya welatê xwe, ji bo ku alîkariya penaberan bike. 
Pistî ferman li dijî Şengalê jî Dr. Xefûrî yek ji kesên pêsî bû ku alîkariya destpêkê bi saxfilitiyan re kir. Wê ji bo alîkariya wan bike bi navê Joint Help for Kurdistan rêxistineke alîkariyê damezirand û pê klînîkek ji bo malbatên Êzîdî li kaman çêkir.

Adara bihurî wê kir ku bêhtirî deh zarokên li sêwîgehên Rojava li malbatên xwe vegerin. Wê di navabera civaka Êzîdî, dayikên ku bi darê zorê kirine dev ji zarokên xwe berdin de navbeynkarî kir û ev yeka hanê bire serî. Ew du salan bi dehan caran çû wê stara sêwiyan a li Rojava. Hewldana wê di dawiyê de bi ser ket. 

Du rojan beriya Dr. Xefûrî wefat bike, xwişka wê Nazdar û xwişkeke din hewl dane pê re bipeyivin. hemşîreyekê telefon li ber guhê girtiye û wan gotiye, “Em gelekî hez ji te dikin û karê te wê dewam bike."

NAVENDA NÛÇEYAN